21.12.2012
Serêkaniyê - Tevî ku ceyran û av li ser Serêkaniyê hatine birî, gel piştî rawestandina şer bi hefteyekê vedigerin malên xwe.
Gelê
Serêkaniyê hêdî hêdî vedigerin malên xwe. Her wiha kolanên Serêkaniyê
tevgerek balkêş tê temaşekirin, gel li bazara bajêr digerin hin kesên ku
li kolanan firotinê dikin hene. Ji aliyekî din de gel ji bo vegerê
malên xwe ji bandorên şer paqij dikin
Li Serêkaniyê nan bi
zehmetî tê peydakirin, ji ber firneya bajêr hîn ne xebitye. Endamên
meclisa gel a Serêkaniyê nanê ku ji Amûdê û Dirbêsiyê tê şandin li gel
belav dike û niha hewcedariyên nan têra gel tê şandin, cerên xazê jî
mina na li gor derfetan li gel tên belavkirin.
ANF