Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bîlançoya pevçûnên dijwar ên 15 rojan li Serêkaniyê ku di navbera şervanên wan û komên çete yên bi desteka Tirkiyeyê êrîşî Serêkaniyê dikin, aşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi dehan endamên komên çete hatin kuştin û gelek çek hatin desteserkirin. YPG’ê da zanîn ku 2 jê sivîl 9 şervanên YPG’ê bi giştî 11 windahiyên wan çêbûne.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bîlançoya şerê 15 rojan ê li Serêkaniyê bi daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re par ve kir.
XWESTIN FEYDE JI DORPÊÇA LI GIRZÎRO BIGIRIN
Navenda Ragihandina YPG’ê got:'' 16'ê çileyê yekîneyên me li gundê Girzîro tabûra artêşa Sûriyeyê dorpêç kiribû, komên çete xwestin ji vê yekê feyde bigirin û derbeyekê li yekîneyên me li Serêkaniyê bixin. Komên çete dest bi êrîşa li ser welatiyên sivîl û yekîneyên me kirin. Di roja yekê de bi hejmareke mezin û çekên giran derbasî Serêkaniyê bûn. Komên navborî rastî berxwedana şervanên me hatin, berxwedana ku şervanên me ji bo parastina Serêkaniyê li hember komên çete dest pê kiribû 15 rojan bê naver dewam kir''.
2 AMBULANS Û GELEK ÇEK HATIN DESTESERKIRIN
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da zanîn ku şervanên wan gelek çek, wesayit, cebxane û 2 enblansên Tirkan destser kirin û ev agahî da:''Tevî ambulansek Tirkan û yek jî Frensî gelek wesayit hatin desteserkirin, çekên Tirkan yê G3- MG3- M16 ku li hargeha Kirikaleyê ya Tirkiyeyê hatine çêkirn, gelek gule û cebilxaneyên wan çekan, gelek kleşnîkof tevî guleyên wan, guleyên doşka, çekên reşaş 500 û gelek guleyên wan, qernas û guleyên wê, bombekş, demance, dûrbînek rojê û dûrbîneke şevê, guleyên tivingên nêçîrê, bombeyên destan, cilên leşkerî, topên hewanan, 2 komputer, kamerayek, derman, tv û madeyên sotemeniyê.”
TEVÎ SIVÎLAN 15 KES JIYANAN XWE JI DEST DAN
Derbarê winahiyan YPG'ê de jî ev agahî ahtin dayin: ''Di encama pevçûnên 15 rojan de şervanên me yên ku şehîd ketin 9 in, 2 welatiyên ku bi şervanên me re ji destpêkê de di nava pevçûnan de bûn bi giştî 11 mirovên me şehîd ketin, ji wan 3 fermandarên yekîneyên me bûn. 4 welatiyên sivîl jî şehîd ketin, bi giştî jimara şehîdan 15 şehîd bûn.11 şervanên me birîndar bûn.”
Ji ber berdewama pevçûnan, di daxuyaniy ê de hejmara kuştiyên komên çete nehate zelalkirin. YPG’ê got: "Gelek kuştinên komên çete çêbûne.” ji bjiji
Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya YPG'ê soz da gelê herêmê ku heta dawî dê vîna gelên herêmê biparêzin û berdewam kir:''Em wek fermandariya YPG'ê soz didin hemû Kurdistaniyan ku em ê bi hemû hêza xwe, li hember kesên ku bixwazin welatê me dagir bike derbikevin, em ê hemû nirx û destkeftiyên gelê xwe yê netewî û demokratîk biparêzin.''
ANF