Piştî pevçûnên ku li Serêkaniyê di navbera Yekîneyên Parastina
Gel (YPG) û komên çete yên bi destkdayina Tirkiyeyê ketin bajêr de bi
encam bû, taxên Serêkaniyê ku ji komên çete hate valakirin, şervanên
YPG'ê mayinên ku komên çete bi cî kirine paqij dikin. YPG'ê welatiyên
Serêkaniyê hişyar kirin ku ji bermahiyên komên çete haydar bin.
Di 16'ê çile de komên çete ku bi destekdayina Tirkiyeyê ketibûn
Serêkaniyê de, bi çekên giran êrîşî welatiyên sivîl kirin. YPG'ê bersiva
êrîşkaran dan û derbeyên giran li wan xistin. Di encamê de pevçûnên
dijwar di navbera YPG'ê û komên çete de rû dan. Encama pevçûnên ku j i15
rojan zêdetir dewam kir, şervanên YPG'ê komên çete ji piranî taxên
Serêkaniyê vala kirin.
KOMÊN ÇETE LI DEVERÊN PÎROZ Û MALAN MAYIN BI CIH KIRIN
Komên çekdar ku li ber berxwedana YPG'ê neçar man ku ji bajêr
derbikevin, tevî ku di pîvanên navnetewî de ketine komên çekdar ji bo
deverên pîroz qedexe ye, lê dîsa komên çete di dêra Suryana ya Ortodoks û
mizgeftan de bi cî bûn û ew wek mertal ji xwe re dane bikaranîn. Komên
ku behsa wan tê kirin piştî ku li ber berxwedana şervanên YPG'ê neçar
man dêrê terk bikin, gelek mayin têde bi cî kiribûn. Şervanên YPG'ê ku
mayinên di dêrê de betal kirin, niha jî dest bi kampanya paqijkirina
bermahiyên komên çete ji mayinên ku di malan de hatine bicî kirine,
kirin.
YPG'Ê WELATÎ HAYDARKIRIN
Di çarçeva kampanya ku YPG' destpê kiriye duh Fermandarê Tûgaya Şehîd
Abid Dijwar Serêkaniyê serdana taxên ku têne paqij kir. Serêkaniyê
diyar kir ku ev komên çekdar armanca wan ji ketina bajêr ewe ku bajêr
talan bikin û got:''Tu têkiliya van bi azadiyê re tune ye, ev hatine
bajêr talan bikin''. Her wiha Serêkaniyê bal kişand ku komên çete mayin
li gelek malên welatiyan û deverên pîroz bi cî kirine. Serêkaniyê da
zanîn ku wan hewl dane ku herêmê ji bermahiyên komên çete paqij bikin û
welatiyên Serêkaniyê hişyar kir ku destê xwe nedin tiştên ku neyên
naskirin û di zûtirîn demde xeber bidin şervanên YPG'ê yên herî nêz ji
bo ku lêbikolin.
Ji aliyekî din jî Meclisa Gel a Serêkaniyê dest bi çêkirina toreya
eltrîkê ya ku komên çete xera kiribûn kirin. Endamên meclis hewl bidin
di zûtirîn dem de elektrîk li bajêr were temîrkirin.
ANF