01.02.2013
Destpêkê
nabêjim ev çi wêneye. Divê berî wêne, ez hinekî behsa şert û mercên ku
ev wêne tê de hatiye kişandin, bikim. Êrîşa li ser Serê Kaniyê hefteya
xwe ya duyem jî li pey xwe dihêle û hîna jî hinek Kurd hene ku naxwazin
têbigihêjin, ku ev şer ne li dijî rêxistinekê ye, lê li dijî hebûna
kurdan e. Dema mirov bi hûrbînî li rewşa kurdên Rojava binere, şerê
Serêkaniyê dikare bibe mîna neynikeke mezin ji tevahiya gelemşeyên ku di
civaka kurd de rû didin. Ez behsa aliyê berxwedêr û kesên ku her tişt
danîn aliyekî û dest bi parastina xaka welatê xwe kirin, nakim. Ji wan
bêhtir, pirbûna alî û derûdorên ku yan rasterast doza derbasbûna van
komên ku bi navê artêşa Sûriyê ya azad binavkirîne, dikin, yan jî bi hin
behaneyan rê li ber êrîşa van komên çekdar vedikin û sûc davêjin ser
partî û rêxistinên kurdan yên siyasî. Geh bi tawanbarkirina wan ya bi
hevkariya rêjîmê re, geh jî bi , Xwedêgiravî, rexnekirina wan û bi
dilsoziya xwe ya bi sûrîbûna xwe re û herwisa. Balkêş bû ku şezofreniya
hinek kurdan gihiştiye asteke weha ku merivan şaş û metel dihêle. Weku
mînak, her în çalakvanên şoreşa Sûriyê navekî jê re hildibijêrin û navê
îna derbasbûyî jî kiribûn; Îna serokê me heta hetayê Muhemmed e. Di vê
înê de cenazeyên sê şehîdên kurd ku bi destên komên islamî yên çekdar
hatibûn kuştin, hebû. Tev wilo jî, hinek hevrêzên xortan li Amûdê û
Qamişlo guh nedan bangên rêxistinên kurdan ku wekî roja şehîdên
Serêkaniyê ew binavkiribûn û kertonên piştgiriya islamiyan û nivîsên wan
hildidan. Eger em wan ciwanên kurd yên ku komên nijadperest û
islamîstên ereb ew tev li nav refên xwe kirine û bi wan re dijî zarokên
miletê xwe şer dikin, deynin aliyekî û hinekî li ser van ciwanên kurd
bihizirin, evên ku xwîna ciwanên bajarê wan bi destê çekdarên êrîşker tê
rijandin, ew jî derdikevin kolanan û bi navê şoreşê û şoreşgeriyê
piştgiriya wan koman dikin. Gelo mirov dikare bigihêje çi encamê?. Wisa
jî dema kesek ji malbata şehîdekî yan jî kurdekî hêrsbûyî li kolanan
êrîşî van xortên şoreşger dike, di facebook û malperên kurdan de dinya
xerab dibe û doza şermezarkirina şidetê û tundiyê dikin û ji rewşenbîrên
kurd jî dixwazin ku bêdeng nemînin û xwedî helwest bin û dengê xwe dijî
van êrîşên dijî sivîlan û xwepêşandanan bilind bikin. Min li wêneyekî
ji wan bi hûrbînî nerî. Sê xortên nûhatî ji Amûdê, bajarê ku min nîvê
temenê xwe lê qedandiye. Min dixwest ez wan nas bikim, bê ew kî ne, yan
kurê kê ne û ev çawa dikarin li bajarekî kurdan wekî Amûdê, van
helwestên wisa bigrin? Di vê helwestê de heyraniyek heye, ew piştgiriya
kujerên birayên xwe û çavsorên biyanî û êrîşkeran û dijminê miletê xwe,
dikin.
Tiştê
ez li ser Amûdê dizanim ew e, ku ajantî, sîxurî û piştgiriya dijminên
milet bi dizî û di paş perdeyên tarî de, dibû. Lê, niha ne wisa ye.
Xortên ciwan, derdikevin kolanan, ro li nîro, pankertan vedikin û di wan
de nivîsandiye ku ji kujerên birayên xwe hez dikin û bi hemû hêza xwe
piştgiriya dijminên miletê xwe dikin. Divê, li xwe mikur bêm, ku vî
wêneyî, ez ji hundir ve hejandim. Hemû xortin di navbera bîst û bîst û
pênc salan de bûn. Pankerta xwe vekiribûn û bi razîbûneke mezin li
kamîreya ku ew kişandibûn dinerîn. Ji wêne xuya bû ku ne keda Hafiz Esed
û ne jî keda dezgeh û perwerdekarên wî ya dehê salan vala neçûye.
Erê, ew wêne bû yê ku pelên dara hêviya di hundirê min de, hemû weşandin.