12.01.2013
Parîs -
Şahidên ku beriya her kesê cenazeyên sê jinên siyasetmedar ên Kurd ku
li Parîsê hatin qetilkirin dîtin, ji ANF’ê re axivîn. Şahidên ku bi zorê
dikariyan komkujiyê vebibêjin, heta niha jî di bin bandora wehşeta
komkujiyê de ne û wehşeta vê komkujiyê vegotin.
Ji damezrênerên
PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û
endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) roja 9’ê çileyê, çarşemê
bi awayeke komî li Parîsê hqtin qetilkirin. Li gorî encamên otopsiyê,
çar gulle li serê yek ji wan dane û li serê her du jinên din jî sê gulle
lê xistine. Li gorî otopsiyê, ev komkujî di navbera saet 18-19 de pêk
hatiye. Di êrîşê de gulleyên 7.65 mm hatine bikaranîn, lê nayê zanîn ka
çend demance hatine bikaranîn. Li gorî agahiyan her çendî derî bi
şîfreyan vedibû û du derî hebûn jî lê êrîşkar bêyi ku tu zoriyan
bikişîne ketine hundir. Lêpirsîn ji aliyê Şaxê Dijî Terorê ya Krîmînal a
Parîsê û Midûriyeta Alîkar a Têkoşîna li Dijî Terorê ya Parîsê (SDAT)
ve tê birêvebirin. Tê payin ku ev lêpirsîn bi awayeke teorîk 15 rojan
bidome.
Şahidên bûyerê û kesên ku beriya her kesê cenaze dîtine
bûyerê vedibêjin. Rayedarek ji Komeleya Kurdan a li Les Mureaux ku nêzî
Parîsê ye, Rojbîn êvara 8’ê çileyê ji bo hevdîtina li komeleyê li Ronahî
geriyaye û ji bo wê bileta 13.00 ya Almanyayê veqetandiye. Rayedara/ê
komeleyê got: "Roja piştî bi Ronahî re axivî, saet di 09.50 de bilet
girt, li trenê siwar bû û ji Les Mureauxê çû Parîsê. Saet di 11.30
Ronahî li Gare de Nordê pêşwazî kir.”
Rayedar da zanîn ku saet di
13.30 de hevalek çûye li deriyê Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê
xistiye, lê belê tu kesî derî venekiriye. Gelek hevalên Rojbînê ji ANF’ê
re axivîn û diyar kirin ku Rojbîn ji seat 12.00 ya 9’ê çileyê ve bersiv
nedaye telefonan û têkiliya bi wê re qut bûye.
SÊ KESÊN HOVITIYÊ DÎTIN
Şeva
9 û 10’ê çileyê bi hev ve girêdide, sê kes diçin navendê û li wir li
rastî hovitiyê tên. Van şahidan kesên ku dîtine cara yekem ji ANF’ê re
vegotin. Ji ber sedema ewlekariyê em navên wan aşkere nakin.
Şahid
A. ku hevaltiyek wê ya xurt bi Rojbînê re heye, heta niha jî ji bandora
vê wehşetê rizgar nebûye. Xwe bi zorê li ser lingan digire û dibêje:
"Em êvara sêşemê (8 çile) axivîbûn, du şev beriya wê em bi hev re bûn.
Roja çarşemêmin xwest li wê bigerim, ji bo em hev bibînin. Saet di
18.00-19.00 min piştî telefonê peyam jêre şand, lê bersiv neda. Min jî
got wê demê karên wê hene, ew ê piştre telefonî min bike. Piştî saet bû
20.30 min careke din telefon vekir. Lêxist, lêxist, lê bersiv neda .min
peyam şand, diçû lê bersiv nedida. Min 9-10 caran li ser hev telefona
wê kir. Min zanîn ev ne titşek normal e û wê her tim min agahdar dikir.”
NÎVA ŞEVÊ LI BER BUROYÊ
Şahida
bûyerê, piştre telefonê kesên Rojbîn dinasin dike, vê carê jî agahî ji
wan jî nagire û ditirse û wiha dibêje: "Saet di 23.30 de min got ku ez
dixwazim biçim buroyê (Navenda Enformasyona Kurdistanê) kilîda derî bi
min re hebû. Min got nerehetiyek a heval Rojbînê heye.”
Piştî
lêgerînan êdî telefon jî neçûn. Saet di 00.15 tevî hevalekî em çûn
buroyê gava em gihiştin me dît ku ronahiya odeya wê vêketiye. Me jî got
ku ev ne tiştek normal e, heta vê saetê ronahî lê venemiriye û Rojbîn
heta vê saetê bi tenê namîne, divê kesek li ba wê bûye.”
TU CÎRANAN DERÎ VENEKIRIN
Şahid
derbarê hewldanên ji bo vekirina derî de wiha got: "Ji ber ku me
şîfreya deriyê pêşî dizanî, me vekir, lê deriyê duwemîn girtî bû. Tenê
kilîda deriyê buroyê hebû. Kilîda wî deriyê tune bû. Me li zingila hemû
kesên di avahiyê de bûn xist, lê tu kesî dervî venekir. Tenê kesek jî
bersivê neda. Me ji wan re got ‘hevalên me li hundir bersiva me nadin,
tiştek bûye’. Lê dîsa jî bersiva me jî nedan. Derî hema li ser rûyê me
digirtin. Me jî got dibe şaş fêm kiribe, piştî 5 deqe me careke din li
derî xistê vê carê ji me re gotin herin ji ber derî, an ne em ê bangî
polsîan bikin. Ronahiya mala li hemberî wê vêketî bû, lê tu deng ji wan
derneket.”
Gava hevalek din hat me careke din li hemû zîngilên
deriyan xist, lê kesê venekir. Hevalek me got an em ê bangê îtfayyeyê
bikin an jî derî vebikin. Gava me bi milên xwe derî dehf da, derî vebû,
ne zor bû. Piştre ez çûm qata jor min bi kilîdê derî vekir.”
Şahidê got: "Li jorê wehşetek hebû, komkujî hebû” û tiştên ku dîtine nekarî vebêje û got: "Ez nikarin bibêjim.”
WEHŞETA DI HUNDIR DE MATMAYÎ HIŞT
Şahid Y. Jî got: "Du odeyên buroyê hebûn, lambeya yek ji wan vêketî bû” û bal kişand ku ew ji vê rewşê bi fikar bûn.
Y
da zanîn ku hevalan hêdîka milê xwe li derî xist, derî vebû û got:
"Gava ez çûm hundir, min beriya her tiştê ling dîtin. Ez hinek din çûm
hundir min dît ku Rojbîn li ser piştê li erdê ketiye û min ruyê wê dît.
Xwîn ji devê wê hatibû, çavên wê girtî, rûyê wê cemidîbû. Lingên ku min
ji derî ve dît yên heval Sakîne bûn. Pişta wê li dolaba televîzyonê bû û
ketibû. Di navbera wan de valîzek ehbû. Heval Rojbîn li ser çûkên xwe
rûniştibû û li ser piştê ketibû. Bawer im gava valîzê amade dikir, lê
xistibûn. Du parçeyên ji valîzê derxistibûn, hîna jî li ser ranên heval
Sakîne bûn.
Di wê demê de heva A. qîriya. Matmayi bibû. Piştre
min Ronahî dît, li ser rûyê xwe ketibû. Pora wê hatibû ser rûyê wê. Ji
eniya Rojbînê jî xwîn hatibû, li ser çavê heval Sakîneyê jî werimînek bi
qasî liba hêkê hebû.”
Y da zanîn "Em piştre daketin jêr û got:
"Hevala/ê sêyemîn wê demê bi polîsan re diaxivî. Saet 01.20 bû. Hemû
tişt di nava 2 deqeyan de çêbû. Em çûn jor me wan dît û em matmayî bûn,
me tiştek nezanî û em daketin jêr. Li salonê jî her tişt li cihê xwe
bûn. Sêhpa û kursî hemû li cihê xwe bûn.”
Yên ku cenaze dîtin
dibêjin ku li serê her sê jinan xistibûn. Şahihda bûyerê dibêje: "Em ne
li benda tişteke wiha bû. Xwîn bi serê wan ve hebû. Her der bibû gola
xwînê. Weke ku li serê wan xistibûn bûn. Ji wir dixuya ku bêyi ku xwe
biparêzin, li serê wan xistine.”
PIRSNÎŞAN
Li gorî
agahiyên şahidan dane, Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez biletên wan ên ji
bo saet 13.00 hebûn û valîzên xwe amade dikirin. Ji saet 12.00 ve
bersivê nedane tu telefonan. Lê encamên otopsiyê dibêjin ku bûyer di
navbera 18.00-19.00 de qewimiye. Li gorî agahiyên otopsiyê û çapemeniya
Frensî dane, bûyer gelek bi lez qewimiye. Lê şahidên bûyerê û hevalên
kesên hatine înfazkirin dibêjin ku bûyer dibe saet di navbera 11.30 û
13.30 de qeimiye. Jixwe diviyabû saet di 13.30 de derbiketiba. Ev pirs
hemû niha nehatine bersivandin.

ANF