Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Mirina ciwanên Kurd yên di nava artêşa Sûriyeyê de didome

Ciwanê Kurd Ebdo Ebdo yê ji Efrînê  dema leşkeriya Sûriyeyê dikir, bi guleyekê ku ji serê xwar jiyana xwe ji dest da.

Malbata ciwanê Kurd Ebdo Ebdo yê ji gundê Qetmê ya Efrînê diyar kir ku kurê wan di dema leşkeriya bi darê zorê ya rêjîma Bass dikir, beriya 5 rojan bi guleyekê ku di serê xwe de xwar li paytexta Sûriyeyê Şamê jiyana xwe ji dest da.

Ebdo Ebdo di yekîneya sêyemîn ya artêşa Sûriyeyê ya leşkerî, li derdora paytexta Sûriyeyê Şamê bi cî dibû û yekîne ji 200 leşker pêkdihat. Hate ragihandin ku Ebdo bi 7 hevalên xwe yên din re hatin hedef girtin.

Ebdo Ebdo li gundê Qetmê ya Efrînê di sala 1992’an de ji dayîk bûye. Di 26'ê Çile de hate sûîqestkirin.



ANF

Bewertung: 0.0/0
Zähler: 744 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: