Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Li Silêmaniyê kanala NRT cara duyemîn rastî êrişê hat

 Li bajarê Silêmaniyê kanala NRT ya girêdayî şîrketa Nalia cara duyemîn rastî êrişê hat. Şevê din  bi bombeyê êrişê ofîsa serekî ya NRT’ê hat kirin.

Duh komek welatiyên alîgirê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ber ofîsa serekî ya kanala esmanî NRT’ê kom bûn û bi bi haneya ku NRT di bernameyeke xwe de ‘bêrêzî li hemberî Mele Mistefa Barzanî’ kiriye, nerazîbûn nîşan dan.

Li gor saeta Herêma Kurdistanê derdora 16.00’an komek welatî ya ku hêjmara zêdetirî 250 kesane li ber şîrketa Nalia kom bûn û nerazîbûn nîşan dan.

Kanala NRT’ê jî li ser ekranên xwe ragihand ku bi bombeyê êrişî ofîsa serekî wan hatiye kirin.  Rêveberê navenda nûçeyan Nalya Rebuvar Mihemed jî derbarê êrişa bi bombeyî de wiha got: " Demek dirêje li ser televizyoname eriş hene. Ev êrişan li hemberî azadiya raman , mafê agahdarkirina gelê dibînin. Nalya tv dengê gel u kolananê ye. Dixwazin bi van êrîşan dengê me qut bikin. Niha şunde ji di warê ewlekariyê de ne diyar e ka dê çi bê serê xebatkarek me. Hukumet û hêzên ewlekariyê ji vê yekê berpirs in.”

Piştî ku gelek welatî li ber ofîsa NRTy’ê kom bûn û teqîna bi bombeyî pêk hat, hêzên ewlekariyê gihiştine cihê bûyerê û tîmên ewlekariyê dest bi lêkolînê kirin.

NRT’ê jî di daxuyaniyekê de daxwaz ji PDK’ê kir ku helwesta xwe ya fermî li ser vê rewşa duh rû da diyar bikin. NRT’yê diyar kir ku parastina hemû karmandên televizyona wan  li ser stoyê PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê y.

Di bernameya bi navê ‘Maykî Xelk-Mîkrofona Gel’ a televîzyona NRT kesekê bi rêya telefonê ‘xeber û dijûn’ daye Mela Mistefa Barzanî. Ji ber vê yekê jî alîgirên PDK’ê li derdora kanalê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan.

NRT’ê di daxuyaniya xwe de derbarê vê yekê de wiha got: "Ger di bernameya me de xeletiyek diyarkirî derbasbûyî be, divê hewara xwe bigihînin rêyên yasayî û dadgehê. Ne ku bi rêya xwepêşandan û avêtin ser dezgeha me, vê yekê çareser bikin. Ji ber ku rêxistina zextên bi vî awayî, azadiya ragihandin, jiyana siyasî û demokrasiya Herêma Kurdistanê dikeve bin pirsyarê.”

Kanala NRT sala 2009’an dema nû dest bi weşanê kirî jî rastî êrişê hatibû. Wê demê ofîsa serekî ya li Silêmaniyê ji aliyê grûbeke çekdar ve hatibû şewitandin, hemû amêrên teknîkî hatibûn şewitandin, zerer û ziyanek maddî bi xwe re anîbû.



ANF


Bewertung: 0.0/0
Zähler: 896 | Hinzugefügt von: MihoKurd
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: