30.01.2013
Îro roja çareşemê li kolaneke bajarê Serê Kaniyê termê welatiyekî Kurd
dest girêdayî û bi kuştî hatiye dîtin, li gor jêderên herêmî ew Kurd
hatibû revandin û ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye kuştin.
Jêderên
herêmî li nava bajêr ragihandine ku welatiyê bi nave (Ehmed Şêx Sînan)
ku akinciyê taxa Mehetê a Serê Kaniyê ye li nêzîk çar rêya E`laf a li
ser rêya Hesekê termê wî hatibû avêtin û destê wî girêdayî bûn û şopa
eşkencê jî li ser bedena wî hebûye.
Li gor agahiyên navenda Kurdî ya
Sûrî bo arşîvkirinê belavkiriye, di pevçûnên dawî a di navbera grûpên
çekdar û hêzên YPG`ê de 16 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Her
weha navenda Kurdî a Sûrî bo arşîvkirina rûdanan aşkira kiriye ku 13
sivîl di navbera 16 -26`ê vê heyvê hatine kuştin ku di nav de 4 zarok û 2
jin jî hebûne. Her weha du xwîşkên hev, roja yekşema borî di encama
ketina guleyekî hawanê li ser mala wan jiyana xwe ji dest dan.
PUKmedia