Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes bi
armanca şermezarkirina komkujiya li Eşrefiyê û êrîşên komên çete li ser
gelê Serêkaniyê her wiha silavkirina berxwedana YPG'ê ya li Serêkaniyê
meşek li dar xistin.
Bi hezaran kes li bajarê Rojavayê Kurdistanê Hesekê bi armanca
şermezarkirina komkujiya Eşrefiyê ku di encama topbarana balafirên
rêjîma Bass de 22 kes jiyana xwe ji dest dan, êrîşên komên çete ku ji
aliyê Tirkiyeyê ketine bajêr û êrîşî sivîlan kirin û silavkirna
berxwedana gelê Serêkaniyê û şervanên YPG'ê ya li himber komên çete,
meşek girseyî li dar xistin.
Piştî ku meş bi dawî bû meşvan kom bûn û peyam hatin dayin, destpêkê
Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Sebrî Efrînî axaftinek kir.
Efrînî da zanîn ku gelê kurd rêça berxwedanê ji xwe re hilbijartiye, her
wiha Efrînî diyar kir ku hêzên planger tu carî bi ser nakevin ji ber ku
ciwanên kurd bi hemû hêza xwe kar û xebatê dike. Di dawiya axaftina xwe
de komkujiya Eşrefiyê şermezar kir.
Piştî Efrîn Endama Yekîtiya Star Yisra Îlyas axivî û komkujiya li
Eşrefiyê şermezar kir û da zanîn ku komên ku li Serêkaniyê bin ketin
berê xwe dan taxên kurda yên Helebê lê bila baş bizanin ku ew tu carî
biser nakevin.
ANF