Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Li Helebê hevkarên rêjîma Baas êrîşî welatiyên sivîl dikin

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê ku piraniya şêniya wê Kurd in, hevkarên rêjîma Baas bi zora çekan welatiyên ku koçber bibûn û li  navenda polîsan a Eşrefiyê runiştine derdixin. Hevkaran gule li derdorê dibarînin.

Di heman demê de hate ragihandin ku hêzên rejîma Baas ku bi tankan ketiye herêmê, herêma derdora parka Eşrefiyê, her wiha çerxeriya  Yekê û Du ya Eşrefiyeyê. Her wiha, artêşa rêjîmê pêxasên (hevkar) xwe şandin ku êrîşê gelê ku di navenda polîsa Eşrefiyê de ne bikin.

Pêxwasên rêjîmê guleyan bi ser welatiyan de dibarînin û bera welatiyên ku di navendên dewletê de runiştine de didin. Beriya noha bi demekê hin malbatên Ereb  ku ji taxên Helebê  yên ku ji ber pevçûnan neçar man jê derbikevin tê de bi cî bibûn.

Her wiha di encama topbarana balafirên rêjîma Baas de  li sre taxa Elşrefiyê 18 welatiyên ku piraniya wan Kurd bûn jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.



ANF

Bewertung: 0.0/0
Zähler: 768 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: