Serêkaniyê
31.01.2013
Navenda
Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) diyar kir ku, kesê bi navê A.K.R yê ku
wek çekdarê tabûra El Farûq di şerê li Serêkaniyê de cihê xwe digirt, dîl kete
destê şervanên YPG'ê de li xwe mikur hatiye ku dewleta Tirk bi rêya ambûlansê
re cebilxane û erzaq ji komên çekdar re derbasî qada şer dike û fermandarê artêşa
Tirkiyeyê fermanê didan komên çekdar.
Komên
çete yên ku bi riya Tirkiyeyê re ketibûn Serêkaniyê û êrîşî gelê sivîl dikin, di
encama bersiv dayina YPG'ê ji êrîşên van koman re, pevçûnên dijwar di navbera
YPG'ê û komên çete de rû dan. Di encama pevçûnan de gelek çekdarên komên çete hatin
kuştin, her wiha hinek jî dîl hatin girtin.
'DEWLETA TIRK BI AMBULANSAN CEBILXANE Û ERZAQ DIŞÎNE'
Çekdarê
tabûra Elfarûq ê bi navê A.K.R ku dîl ketibû destê şervanên YPG'ê li xwe mikur
hat û diyarkir ku, dewleta Tirk bi rêya ambulansan re cebilxane û erzaq ji komên
çekdar re derbazî qada şer a li Serêkaniyê dike. A.K.R diyar kir ku, ew ji
bajarê Tilebyed a Reqayê ye û di 9'ê Tîrmeha 2012 tevlî Tabûra Elfarûq ku kesê
bi navê Salih Mihemed rêvebiriya wê dike bûye.
'EM XISTIN NAVA XANIYEKÊ EW BI XWE JÎ REVIYAN'
A.K.R dewam kir û got; ''Em bi riya Tabûra
Gureba'i Elşam hetine Serêkaniya, rayedarên Gureba'i Elşam ji me re gotin
pevçûn li Serêkaniyê hene, destpêkê em li navenda Ewlekariya Komarê bi cih bûn,
piştî ku pevçûn destpê kirin em kirin xaniyekî de û ew reviyan, lê dema em bi
tena xwe man me xwe radest kir''
'KOMÊN TÊN DIKEVIN SERÊKANIYÊ DIZÎ Û TALANÊ DIKIN'
A.K.R
eşkere kir ku, tabûrên bi navê Elfarûq,Ehfad Elresûl, Gureba'i Elşam, Cebhet
Elnesre, Ensar Elsina,Ehrar Guêran û Encûmena Leşkerî di pevçûnên li Serêkaniyê
de cihê xwe digirtin. A.K.R da zanîn û got: 'Para herî mezin ji palîteyê şer ji
tabûra Gureba'i Elşam û Ehfad Elresûl re diçûn, ji ber ku ew dîrek bi Tirkiyeyê
girêdayibûn cebxane û erzaqên ku bi rêya ambulansên Tirkiyeyê re rojane ji wan re
dihat''. A.K. R ragihand ku kir ku, piranî tabûrên ku ketibûn Serêkaniyê ji bo
diziyê hatine, gelek malên welatiyan û genimê gel ku di embaran de bûn talan
kirin û li Tilebyed bi buhayên kêm firotin.
'FERMANDARÊN ME BERIYA ME BIŞÎNIN ŞER MADEYÊ HIŞBER DIDIN ME'
YPG'ê
di pevçûnên li Serêkaniyê de gelek dermanên hişbiriyê desteser kirin, di derbarê
dermanê hişbiriyê de A.K.R diyar kir ku, fermandarên wan beriya wan bişînin
êrîşan dermanên hişbiriyê didan wan. Di derbarê
tangên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin Serêkaniyê de got: ''Tabûra Ehfad Elresûl
tang ji Artêşa Sûryeyê desteser kiribûn, bi riya Tirkiyeyê re derbasî
Serêkaniyê kirin û bingeha Topan ya ku li Taxa Mehetê jî ya heman Tabûrê ne''
A.K.R
da zanîn ku, tabûra Ehfad Elresûl û Gureba'i Elşam fermana xwe ji rayedarên
Tirkiyeyê werdigirin û rojana bi fermandarên Tirkiyeyê re hevdîtin lidar dixin.
ANF