28.12.2012
Girkê Legê - Li Girkê Legê Komîteya Xizetan a Desteya Bilind a Kurd bîra avê ku berya 4 salan hatibû sekinadin, ji nû ve temîr kirin.
Ji
ber rewşa zehmet ku herêmên Rojavayê Kurdistanê heye, gelê Kurd di warê
debara xwe de tengasiyan dijî. Li Girkêlegê jî wek hemû bajrên Rojava
heman rewş heye. Ji bo ku gel bikare bi hêsanî ava vexwarinê peyda bike
Komîteya Xizmetan a girêdaye Desteya Bilind a Kurd doh bîra ku ji 4 sala
ve hatibû sekinandin ji nû ve temîr kir.
Di heman mijarê de
alîkarê Endezyar Ebdil Rehman Dêrşiwî li ser giringiya temîrkirina vê
bîrê û diyar kir ku wan ev bîr car din kir dewrê, ji ber pêdiviya gel bi
ava vexwarinê heye. Her wiha Dêrşiwî bangî hemû kesî kir ku di
xerckirina ava xwe haydarbin, ji ber ku av tişta herî giring e.
Endamê
Komîteya Xizmetan Xebat Haco jî diyar kir ku ew di xizmeta gel de bi
israr in û wiha got '' Em wek komîteya ximetan ji erkê me ye ku em
hewcedariyên gel li gor derfetan pêk bînin, bi taybet ceyran û av. Me ev
bîr temîr kir ji ber ku gel ji kêmbûna avê bi gazinc bû.''

ANF