Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Berxwedana Rojava-Amed Dicle

Berxwedana gelê rojavayê Kurdistanê bi her awayî dewam dike. Herî dawî komên çete dîsa xwe li bakurê Kurdistanê bi taybet jî li derdora Serêkaniya serxetê bi rêxistin kirin bi alîkariya aborî, leşkerî û lojîstîk êrîşî gelê Serêkaniya binxetê kirin.

Ev êrîşa sêyemîn bû ku li dijî gelê kurd ê li Rojava pêk tê. Di mijdar û kanûna 2012’an de du caran êrîş pêk hatin û her du caran jî ev êrîşên komên çete hatin şikan din. Lê li gorî çavkaniyên YPG û herêmê vê carê êrîş berfirehtir bûye. Ji ber ku van komên hanê çûne ji aliyê dewleta tirk ve hatine perwerdekirin û bi taktîk û çekên nû êrîş kirine. Lê belê vê carê jî êrîşa wan hat şikandin. Di van êrîşan de divê çend xalên ku em kurd her tim li ber çavan bigirin hene.

1- Ev êrîş her çiqas wekî êrîşên komên çete werin binavkirin jî armanc û kapasîteya wan berfirehtir e. Bi awayekî rasterast ev êrîşa dewleta tirk e û armanc jî şikandina îradeya kurdan a li Sûrîyeya nû ye. Komên çete tên bikaranîn lê hêza li hemberî kurdan hêza dewleta tirk e.

2- Li pişt van êrîşan hêzên navneteweyî jî hene. Bi taybet dewletên wekî Fransayê bi awayekî rastrast di nav de ne. Komên ku êrîşî serêkaniyê dikin li Fransayê xwedî lobî ne. Her wiha çend roj berê Ambulansek Fransayê dema ku çek ji çeteyan re dibir hat girtin. Fransaya ku niha li Malî’yê ‘Li dijî El Qaîdê şer dike’ niha li Sûriyeyê bi heman rêxistinê re hevkariyê dike. Sedem jî li herdu deveran berjewendiyên aborî ne. Gelek hêzên din ên navneteweyî jî vê cengê temaşe dikin û dibêjin, ‘ka dê çi bibe, kî bi serkeve’...

3- Niha ji bo amadekariyên êrîşên berfireh ‘bêdengiyek’ heye. Ji ber ku mijareke stratejîk ev komên çete nikarin bi serê xwe biryara bidin. Divê dewlet, hêzên mezin di vê mijarê de siyaseta xwe biguherin. Ya wê li Sûriyeyê bi kurdan re şer bikin an jî wê statûya wan qebûl bikin. Li gorî vê siyasetê jî wê siyaseta nava Sûriyeyê, rojava, têkilî û berjewendiyên kurdan û hemû hêzên din bi hev re dîsa werin sererastkirin.

4- Tabloya nû ku wê li Sûrî çêbe wê ji bakur re jî bibe mînak. Bi gotineke din, Tirkiye ku li Rojava statûya kurdan qebûl bike wê neçar li bakur jî qebûl bike. Kurdan bi stratejiyek baş qedera xwe kirine yek. Hêzên serdest jî vê yekê baş dibînin.

Ji ber van sedeman niha berxwedana rojava berxwedana hemu kurdistanê ye. Xwedîderketina li vê berxwedanê jî xwedîderketina li pêşeroja gelê kurd û Kurdistanê ye.


Azadiya Welat

Bewertung: 0.0/0
Zähler: 788 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: