Bane - 10.02.2013
Li gor nûçeyek ajansa
Firat Newsê, roja 6 Sibat`ê artêşa Êran`ê li herêma Şehabedîn ya
Rojhelata Kurdistanê 3 ciwanên Kurd ku karê bazirganiya sînor dikin li
ser sînorê Herêma Kurdistan`ê kuştin.
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, artêşa Êran`ê hêriş kiriye ser wan 3
ciwanên Kurd ku bazirganiya sînor dikin, û di hêrişê de 77 Hespên wan
barhilgir kuştine û dest danîne ser malên wan û piştre her 3 ciwanên
Kurd yên bi navê (Rizgar Kemal yê 18 salî, Husên Mihemed Çvşîn yê 16
salî û birayê wî yê mezin Hoşyar Mihemed Çavşîn yê 20 salî ) kuştine û
ji kendalê ve avêtin xwarê.
Li gor zanyariyên gundiyan îro welatiyên wê deverê çûn herêma Şehabedîn û
li termên wan geriyane û di encam de termên her sê ciwanên Kurd ji
dolekê derxistin û birine bajarê Bane ya Rojhelata Kurdistanê.
ANF