Serêkaniyê -
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) encama şerê ku duh
li Serêkaniyê bi êrîşa komên çete re dest pê kiribû, aşkera kir. Li
gorî daxuyaniyê, li noqteyekê 7, li cihekî din jî hejmarek zêde kuştiyên
komên çete çêbûn. Di şer de şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê, derbarê şerê ku duh li Serêkaniyê
qewimî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate
destnîşankirin ku komek bi navê Tabura Ehrar Xwêran a girêdayî Meclîsa
Şoreşgerî ya Hesekê ku ew jî girêdayî Artêşa Azad e, di 11’ê Kanuna
2012’an saet di 13.00’an de êrîşî firina nan a dikeve rojhilatê bajêr
kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku beriya êrîşê endamên
heman komê bi çekan li dora firinê digeriyan, bi vê yekê dixwestin ku
şêniyên bajar ên ku jixwe ji ber şer di nava reşweş nebaş de bûn,
bitisînin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser
hewldana komê, şêniyên bajêr ji wan xwestiye ku dest ji van hewldanên
dûrî mirovahiyê û exlaqî ne berdin û ji firinê dur bikevin.
KOMÊN ÇETE PAŞVE VEKIŞIYAN
Di
daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî van geşedanan hêzên YPG’ê
mecbur maye ku mudaxele bike û ev tişt hatin gotin: "Hêzên me xwest ku
komê derxîne. Lê komê gule barandin û pevçûnan derst pê kir. Di encama
şerê li vê noqteyê de 7 êrîşkar hatin kuştin. Pevçûn heta derengiya şevê
li cihên cuda yên bajêr dom kir. YPG’ê ji 3 aliyan ve mudaxeleyî komên
çete kir. Pevçûna dijwar li ser Xaçerêya Hesekê qewimî û ji koma çete
gelek kuştî û birîndar çêbûn. Di vî şerî de 7 çekên kelaşnîkof hatin
bidestxistin. Piştî van şerên dijwar komên çete kuştî û birîndarên xwe
gitin û xwe paş ve kişand.”
ENDAMÊ YPG’Ê JIYANA XWE JI DEST DA
Di
daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di şerde şervanê YPG’ê yê bi navê
Goran Dêrik jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye. Debarê Goran
Dêrik de di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: "Hevalê me Goran Dêrik
milîtanek têkoşer bû. Di sala 2009’an de tevlî nava têkoşîna şoreşger
bû. Di destpêka îlankirina YPG’ê de roleke pir girîng lîst. Ji bo
hevaltî û fedakariyê mînakek bû. Em soz didin heval û gelê xwe ku em ê
têkoşînê heta pêkanîna armancên ku hevalên me dixwest, bidomînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Rojavayê Kurdistanê hate kirin ku xwedî li cenazeyê Goran Dêrik derkevin.