21.12.2012
London -
Damezrênerê Wikileaksê Julian Assange ku li balyozxaneya Ekvator a li
Londonê dimîne aşkere kir ku ew ê di sala 2013 de milyonek dosyayên
derbarê hemû welatên li seranserê cîhanê de biweşînin.
Welatiyê
Awustralyayê Assange ku ji bo penahiyê (îltîca) serî li Ekvatorê da ye û
li ser şaneşîna balyozxaneya vî welatî ya li Londonê daxuyaniyek da. Di
dema daxuyaniyê de gelek kes li ber balyozxaneyê li hev kom bû gotin
"Ji Assange re azadî”.
Assange bi qas 15 deqeyan axivî û aşkere
kir ku dê Wikileaks di sala 2013 de milyonek dosyayên nû yên ku derbarê
hemû welatên cîhanê de amade kiriye, biweşîne.
Assange destnîşan
kik ku Pentagon xebatên Wikileaksê weke "sucê berdewam” bi nav kiriye û
got: "Ger rewş wiha be û hukûmeta min nikare rojnamevanî û Wikileaksê
li hemberî zextan biparêze, ez jî li vir nabim.”
Wikileaks gelek
belgeyên veşartî yên Wezareta Derve ya Amerîkayê bi dest xistibû û
weşandibû. Ev belge li gelek welatan rê li ber gotûbêjan vekiribû.
ANF