19.12.2012
Piştî
li navçeya Serêkaniyê ya binxetê (Sûrî) di navbera komên çekdar û hêzên
Esad de pevçûn derketin, bi hezaran welatiyan koçî Serêkaniyê ya ser
xetê (Rihayê) kirin. Welatiyên ku mal û milkê xwe hiştin û tenê cilên
xwe û zarokên xwe xelas kirin, niha bê cih û war û perîşan in.
Piştî
ku komên çekdar ketin herêmê û di navbera wan û hêzên Rejîma Esad de
pevçûn derket, ev şer û pevçûn her ku çû belav bû û zirar da derdora
xwe. Ji ber van êrîşan, ewlehiya welatiyan nema û koçberî dest pê kir.
Gelek welatiyên ku mal û milkê xwe terk kirin û hatin Serêkaniya Rihayê,
niha bê cih û war mane û perîşan in. Hêzî 5 hezar welatî koçî
Serêkaniyê kirin û niha li gel malbatên Serêkaniyê dijîn. Bi hezaran
welatî jî niha di xaniyên înşaet û konên ku li hewşên malan ava kirine
de dimînin. Gelek ji wan jî, di xaniyekî yek ode de bicih bûne.
'Em hewl didin ku bibin alîkar'
Şaredarê
Serêkaniyê Ismail Arslan, diyar kir ku welatiyên ku koçî Serêkaniyê
kirine, di nava şert û mercên xerab de dijîn û hewl didin ku bibin
alîkarên wan. Arslan, da zanîn ku komên çekdar ên Serêkaniyê di nava
xwînê de hiştin, dixwazin tevliheviyê bikin û hêza xwe ji derve digirin. Dayika
Edla Hesen ku li taxa Aydinê ya Serêkaniyê di konê de bi 8 zarokên xwe
re dijî, diyar kir ku ji bo zarokên xwe ji çek û topan biparêze,
reviyaye, hatiye Serêkaniya Rihayê û wiha got: "Em ji rêxistina BDP'ê
Şaredariyê û welatiyên din alîkariyê digirin."
5 malbat di xaniyekî de dijîn
Li
taxa Cumhuriyetê jî 5 malbatên ji Serêkaniya binxetê koç kirine, li hev
kom bûne û di xaniyekî de bi cih bûne. Dayîka bi navê Eyşe Abdulkadir,
diyar kir ku carekê hatin û piştre li ser banga rayedarên fermî dîsa li
Serêkaniya binxetê vegeriyan. Abdulkadir, da zanîn ku piştî vegeriyane,
rastî êrîşên komên çekdar û hêzên Esed hatine û wiha got: "Edî baweriya
me bi çeteyan û hêzên Esad nemaye. Hemû xanî mal û milkê me talan û
wêran kirin. Li wir komkujî pêk anîn. Zarokên me li vir jî nikarin bi
rihetî razên." Fatîme Ezîz a 43 salî jî anî ziman ku piştî koma Ceşîl
Hur (OSO) hatiye Serêkaniyê, aramiya welatiyan xerab bûye û aloziyê dest
pê kiriye.
Nifûsa Serêkaniyê zêde bû
Ezîz,
da zanîn ku berê di navbera kurd, ereb û suryaniyan de tu pirsgirêk
tunebû û bi hatina komên çekdar re alozî zêde bûne. Ezîz wiha got:
"Xaniyê me hilweşandin. Zarokên me yên 14 salî hatin kuştin. Me zarokên
xwe yên mayî, bi zorê xelas kirin. Em niha li vir nêzî 30 kesan, di
xaniyekî de bicih bûne." Selanik Homan jî da zanîn ku bi pevçûn û
aloziyan re welatiyên Serêkaniya serxetê (Riha) jî pir bi fikar û tirs
dijîn. Homan, da zanîn ku berê nifûsa Serêkaniyê 46 hezar bû niha
derketiye 75 hezaran. Homan, daxuyand ku pevçûnê derûniya wan xerab
kiriye û bi tirs dijîn.