Qamişlo -
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) derbarê bûyerên
dawî yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Rêveber a
Tev-Demê bang li hin derdoran kir da ku dev ji dijminahiya gelê xwe
berdin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
"Di dîroka têkoşîna
Kurdistanê de, her tim ji nava gelê Kurd komên biçûk yên li gorî hêzên
dagirket tevgeriyane derketine holê. Li Rojavayê Kurdistanê jî, bi
taybet piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê ya ku ji bajarê Kobanê destpê kir, Koma
binavê Azadî li hemberî nirx û destketiyên gelê me destdirêjî kirin.
Divê baş were zanîn ku ev kom êdî ji aliyê gelê me ve baş tên naskirin.
Gelê
me li Rojavayê Kurdistanê di têkoşîna azadiyê d e li hemberî hewldanên
tinekirin û qirkirinê berxwedaneke bi rûmet nîşan da. Ev berxwedan vîna
azad ya gelê me derxiste holê. Lê li gel vê berxwedana pîroz, hevkariya
bi dijminên Kurdistanê re derket holê."
Tev-Dem destnîşan kir ku
ji destpêka şoreşa azadiyê li Sûrî, koma binavê Azadî her tim planên
dijberiya gelê Kurd amade dikirin û bi demê re dijminahiya wê ya li dijî
berjewendiyên gelê Rojava eşkere bû. Daxuyanî wiha dewam dike:
"Tevî
hêza wê ya biçûk jî, koma binavê Partiya Azadî, ji bo têkbirina
destketiyên şoreşa gelê me, bi rola Hespê Tirwada rabû. Ev koma ku
îxanetê li doza gelê me dike, li taxên Eşrefiyê û Şêx Measûd, li Efrîn û
herî dawî li Serêkaniyê dijberiya xwe ya li hemberî gelê Kurd raxiste
ber çavan. Bi vî awayî zelal bû ku ev kom di vê pêvajoya dîrokî de
nûnertiya îxaneta netewî dike.
Em weke Tevgera Civaka Demokratîk,
bawerin ku gelê me wê li dijî îxaneta netewî bibe xwedî helwest û li
rûmeta xwe xwedî derkeve. Herwiha em bang li vê komê dikin da ku dev ji
dijminahiya gelê xwe berde, berovajî eger di vê rêyê de dewam bike wê
têkçûyîn para wê be."
17.12.2012
ANF