Nûsîngeha Serokomar ragihand ku rewşa tendirustiya Serokomarê di cî deye
û ji aliyê tîmekî pizîşkî pispor yê Êraqê ve çavdêriya wî tê kirin.
Îro danê nîvro sêşeme nûsîngeha Serokomarê Êraqê di beyannamekê de
ragihand ku tendirustiya Serok Mam Celal base û eve jî naveroka wê ye:
Şeva borî duşeme 17/12/2012`e rêzdar Serokomar rakirin nexweşxaneyê û
zincîrek pişkînînên pizîşkî û tîşek bow î hatin kirin û di encamê de
derket hole ku rêzdar Serokomar ji ber hişkbûna damarên xwe, rastî ew
rewşa tendirustiyê hatiye.
Li gor encamên pişkînînan derketiye hole ku bare tendirustiya Serokomar
di cî deye û li jêr çavdêriya tîmekî pispor yê Êraqî deye.
Pester nûsîngeha Serokayetiya Komara Êraqê belav kiribû ku: Îro
17/12/2012`an, danê êvarê Serokomarê Êraqê Celal Talebanî û serokwezîrê
Êraqê Nurî Malikî bo gotûbêjkirina çareserkirina aloziya di navbera
hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistanê civiyan.
Serokomar Celal Talebanî û serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî di civînê de
behsa çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdadê kirin,
herdu aliyan bi hûrî kêşeyên dema borî û bo dîtina rêçareyeke dawî bo
nehêştina qeyranan goftûgo kirin .
18.12.2012
Xendan
|
|