19.12.2012
Bexda - Hate ragihandin ku rewşa tenduristiya Serokomarê Iraqê Celal Talabanî ber bi başiyê ve diçe û hatiye ser hişê xwe.
Serokomarê
Iraqê Celal Talabanî ku pêr êvarê nexweş ket, îro li gorî duh baştir e.
Çavkaniyek nêzî malbata Talabanî ku navê xwe aşkera nekir, ji
Nexweşxaneya Bexdayê agahî da Rûdawê. Çavkanî diyar kir ku rewşa
tenduristiya Talabanî ji duh baştir e û wiha got: "Hatiye ser hişê xwe,
hindik hindik diaxive." Li aliyê din, hate hînbûn ku koma bijîşkên ji
Almanyayê bo Talabanî hatin Bexdayê, dixwazin ku sibê ango roja
pêncşemê, ji bo dermankirina wî berdewam bikin, wî bibin Almanyayê.
Rûdaw