22.12.2012 Duh nîvro li ber dadgeha berê û heya ber mizgefta mezin ya
bajarê Silêmaniyî, xwepêşandaneke girsayî ji aliyê ciwanên ciwanên
herçar parçeyên Kurdistanê ve, bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ve hate
lidarxistin. Her weha ew xwepêşandan ji ber piştgiriya li gelê K urd yê
Rojavayê Kurdistanê û vekirina nderiyê sînor li Duhokê taku xwerin û
kelûpel û alîkarî bighêje xelkên pêdivîdar. Di dirûşmên ciwanan de, digotin ku rê bidin me taku em hevkarî û alîkariyê bidin gelê me li Rojavayê Kurdistanê. Di nêrîna wan de, îro gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê gihîştiye
qonaxeke hestyar û navçeyên xwe bixwe birêvedibin û û ew jî
destkeftekle mezin e bo gelê Kurd piştî dayîn bi hearan şehîd û kêmendaman û li her çaraliyên Kurdistanê jî her wisa
bûye ji9 enfalan heya Helebce û navçeyên din yên Kurdistanê, ji ber wê
yekê tê xwastin ku hemû kesek bi gorî derfet û rewşa xwe alîkarbin û
rewşa Rojavayê li berçavan re derbas bikin. Di wê barê de, rojnamevan Nîzar Şêxanî ji PUKmedia`yê re
ragihand ku bi beşdarbûna ciwanên her çar aliyên Kurdistanê,
xwepêşandaneke girsayî li dijî rêgirtina Tirkiyê li sînorên Rpjavayê
Kurdistanê û nehîştina derbasbûna alîkarî û kelûpelên alîkariya gelê
Rojavayê Kurdistanê û di wê meşê de, siyaseta Tirkiye û ya Rêjîma Sûriye
li hemberî Kurdan riswa kirin.
pukmedia
|
|