Îro serê sibê, li serêkaniyê, Leşkerekî Tirk hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.
îro piştî derbasbûna otombîla leşkerî ya
Tirkiye bo nava axa Rojavayê Kurdistanê, rastî guleyan hat û di encamê
de, leşkerekî jiyana xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bû.
Her weha jêderên ku ew bûyer dîtine dibêjin ku ew otombîl bi
rêya dergeha sersînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ya li Srêkaniyê re
derbasî bo nava aliyê Serêkaniyê bû, di encamê de, rastî êrişeke gulayî
hat û yek mir û yek jî birîndar bû.
Hêjayî gotinê ye ku ew otombîl nêzî 7 leşkerên Tirkan
hilgirtibû û ji bo alîkariya komên çekdar bidin, derbasî derveyê sînor
bûye û rastî guleyan hatiye.