22.12.2012
Amed -
Parlementerê BDP’ê yê Wanê û Endamê Lijneya Koordînasyona KCD’ê Ozdal
Uçer encamên serdanên şandeya KCD’ê yên li Başûrê Kurdistanê aşkere kir û
got: "Gelê Rojava ji cih û warê xwe koçber dibin, xeteriyek wiha heye.
Di hevdîtinên ku girîngiya yekitiya neteweyî li ber çavan hate girtin
de, li gel hatina mehên zivistanê rewşa siyasî, civakî û aborî ya
Rojavayê Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin, her wiha ji bo ji bo
destpêkirina hewldanên vekirina deriyê sînor û şandina alîkariya mirovî
em gihiştine heman fikirê.”
Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk
(KCD) ji bo hin serdan û hevdîtina roja 13’ê berfanbarê çû Herêma
Kurdistanê û piştî hevdîtinên xwe yên li Başûr qedand roja 20’ê
berfanbarê vegeriya Bakûrê Kurdistanê. Şandeyê derbarê serdanê de
civînek çapemeniyê li dar xist.
Parlementerê BDP’ê yê Wanê û
Endamê Lijneya Koordînasyona KCD’ê Ozdal Uçer li ser navê şandeyê di
civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku wana di hevdîtinan de nêrîna
KCD’ê ya li ser bûyer û geşedanên li Rojhilata Navîn ragihandine, bal
kişandine ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û girîngiya wê ya ji bo yekitiya
neteweyî û derbarê van mijaran de agahî wergirtine. Di şandeya KCD’ê de
tevî Uçer, Parlementera BDP’ê ya Qersê û Endama Lijneya Koordînasyona
KCD’ê Mulkiye Bîrtane, Emdanê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê û Şaredarê Sûra
Amedê Abdullah Demîrbaş, Endama Meclîsa Daîmî û Şaredara Bismilê Cemîle
Emînoglû, Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê û Parlementerê berê Osman
Ozçelîk, Endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê Vedat Çetîn bûbûn serdana Başûrê
Kurdistanê.
Uçer li ser navê Şandeya Dîplomasî ya KCD’ê derbarê
serdan û hevdîtinên dîplomatîk ên li Başûrê Kurdistanê de agahî da. Uçer
da zanîn ku şandeya wan di navbera 14-20’ê berfanbarê de çûne serdana
Tevgera Goran, Hizbî Şuî, Yekgirtûy Îslamî, Komeley Îslamî, Hizbî
Zehmetkêşan, PÇDK, Yekitiya Parlementerên Kurdistan û Kampa Mexmûrê. Her
wiha diyar kir ku şandeya wan roja 17’ê berfanbarê bi serokatiya
Hevseroka Giştî ya KCD’ê Aysel Tûglûk bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd
Barzanî re hevdîtinek pêk anîne.
Uçer da zanîn ku ji ber
newxweşiya Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî,
hevdîtina wan a ku bi YNK’ê re hatibû plankirin, pêk nehatiye. Uçer
destnîşan kir ku destkeftiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê
destkeftiyên hemû gelê Kurd in.
Uçer bal kişand ku weke li
Sûriyeyê, li Rojavayê Kurdistanê jî dramek heye û wiha aixvî: "Xeteriyek
wisa heye ku gelê Rojavayê Kurdistanê ji cih û warê xwe koçber dibe. Ev
beriya her tiştê mijarek mirovahî ye. Di hevdîtinên ku girîngiya
yekitiya neteweyî li ber çavan hate girtin de, li gel hatina mehên
zivistanê rewşa siyasî, civakî û aborî ya Rojavayê Kurdistanê hatiye
gotûbêjkirin, her wiha ji bo ji bo destpêkirina hewldanên vekirina
deriyê sînor û şandina alîkariya mirovî em gihiştine heman fikirê.”
Uçer
got: "Di sedsala 21’emîn de yekitiya demokratîk a Kurdan êdî tiştek
bivênevê ye” û da zanîn ku wana weke KCD’ê xebatên xwe di çarçoveya
yekitiya neteweyî de dimeşînin. Uçer ragihand ku mijara wan a sereke ya
van serdana rewşa Rojavayê Kurdistanê bû û destnîşan kir ku di van
hevdîtinan de nirxandinên gelek girîng hatine kirin. Uçer li hemberî
bûyer û geşedanên li Rojhilata Navîn bal kişand ser girîngiya yekitiya
neteweyî û hewcedariya lezgîn a bi konferansa neteweyî.
Uçer
agahî da ku wana ne tenê hevdîtin bi partiyên siyasî û rayedarên
hukûmetê re pêk anîne, wana hevdîtin bi saziyên sivîl re jî pêk anîne û
diyar kir ku di hevdîtinan de aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de
hatine gotûbêjkirin û xwest ku ev pirsgirêk bê ku tu windahiyên canî
çêbibin, bê çareserkirin.
Herî dawî Uçer herî dawî bang kir ku
divê embargoya li ser gelê Kurd li Roajavayê Kurdistanê û gelê Sûriyeyê
hatiye danîn bê rakirin û ji bo hewcedariyên gelê Rojavayê Kurdistanê û
Sûriyeyê bang kir.
ANF