Bruksel -
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim bersiv da axaftinên Wezîrê Derve
yê Tirk Ahmet Davûtoglû û got: "Davûtolgû biryar nade ka dê li Sûriyeyê
parlementoya nû ava bibe azad be, an nabe. Divê ew sînorên xwe bizane.
Divê Davûtoglû beriya her kesê rêzê ji parlemento û parlementerên xwe re
bigire.”
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim bersiv a pirsên
ji Nûçe TV Amed Dîcle yên derbarê rewşa dawî û daxuyaniyên Wezîrê Derve
yê Tirk Ahmet Davûtoglû de.
Muslim destnîşan kir ku çeteyên ku li
Serêkaniyê êrîşê Kurdan kirin destekê ji Tirkiyeyê digirinû got:
"Armanc ew e ku aramiya Rojavayê Kurdistanê ji holê rabikin û dagir
bikin. Piştî pevçûnên meha mijdarê serokên van koman ketin dewrê û
daxwaz agirbestê kirin. Şertê sereke yê agirbestê ew bû ji bajêr
derbikevin. Lê sozên ku dabûn bi cih neanîn û dîsa êrîş kirin. Ji ber ku
ev kom bi serê xwe tevnagerin. Piştî agirbestê rayedarên Tirk bi wan re
civîn kir û xwestin careke din êrîş bikin.”
Muslim diyar kir ku
Tirkiyeyê ji van koman re gotiye "Me ji bo we armancekê şand, li gorî wê
tevbigerin, an ne em destekê nadin we” û wiha domand "Baş e ger ev kom
dernekevin, YPG dê tişta pêwîst bike, jixwe dike. Divê ev kom ji wir
derbikevin.”
Muslim, bal kişand ser daxuyaniya Davûtoglû ya bi
awayê "Ger Kurd li Sûriyeyê biryara federasyonê di parlementoya azad de
bidin em ê li hemberî vê yekê rêzdar bin” û got: "Divê ew sînorên xwe
bizane. Ev yek biryara gelê Sûriyeyê ye. Me vê sozê berê ji hin
muxalîfan bihîstibû. Ev yek nîşan dide ku evane ji navendekê derdikevin.
Divê Davûtoglû beriya her kesê rêzê ji parlemento û parlementerên xwe
re bigire.”
16.12.2012
ANF NEWS AGENCY