22.12.2012
Hewlêr -
Hevserokê Giştî yê PYD’ê diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Serokwezîrê
Iraqê Nurî el Malikî û Wezirê Derve Hoşyar Zebarî re pêk anîne, baş
derbas bûn. Muslim balê kişand ser rewşa gelê Rojava Kurdistanê û got
"Pêdiviya gelê me bi aweyekî lezgîn bi alîkariyê heye, ji ber ku çiqa
diçe rewşa mirovî ya Rojavayê Kurdistanê xerab dibe. Tiştekî me nemîne
emê dar û belçiman bixwin û li ber xwe bidin."
Salih Muslim
bersiva pirsên nûçegihanê DIHA'yê Nihat Kaya da û diyar kir ku ew ji
aliyê Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ve hatibûn vexwendin, lê belê ji
ber nexweşiya Talabanî wan bi Malikî û Zebarî re hevdîtin pêk anîne.
Muslim balê kişand ser van mijaran:
"Hikûmeta Bexda ne alîkariya
rejîma Sûriye dike û ne jî destekê dide muxalefeta Sûriyeyê. Ew ji bo
Sûriyeyê çareseriyekî siyasî dixwazin û dibêjin; eger rûxandina rejîm
pêwist be, bila ev rejîm têkbiçe, lê belê bila welat xerab nebe.
Rêveberiya Bexdayê dixwaze alîkariyê bide gelê Sûriyê. Mijara vekirina
deriyê sînor bi taybetî nehate rojevê, lebelê ew dibêjin; çi ji destê me
were emê bikin.
Ji bilî Desteya Bilind tu kes ne nûnerê Kurdan
e. Eger em tevlî bibin jî, em ê wekî Desteya Bilind tevlî civîna dostên
Sûriyeyê bibin ku tê gotin wê Kahireyê were li dar xistin. Eger milyonek
û 200 sed hezar mirov derkevin û bêjin; 'Desteya Bilind nûnerê min'
divê herkes ji vê re rêz bigre. Bila tukes nekeve nav deq û dolaban.
Rewşa
gelê rojava bi rastî jî xerab e. Hîm zad û nanê wan li ber qedandinê ye
û him jî mazot û benzîn nema ye. Jixwe cotkarî qet tûne, ji ber ku ev
jî bi traktorên ku bi benzînê kar dikin tê kirin. Ji bakûr ve sînor
hatiye girtin, nahêlin çi tişt derbas bibe. Li gorî agahiya me girtî, ji
başûr 50 tankêr sûtemenî ji gelê Cizirê re hatiye şandin. Lêbelê
çeteyên çekdar ji bo ku ev alîkarî negihêje Kurdan dest danîne 10 ji van
tankêran, 40'ê dî jî birine Hamayê belav kirine.
Yanî li ser
Kurdan ambargoyekî dijwar heye. Lê berxwedana me wê bidome. Tiştekî me
nemîne emê dar û belçiman bixwin û li ber xwe bidin. Bila herkes baş
bizanibe 50 milyon Kurd li pişt me ye. Di rewşekî wisa de bila kek Mesût
jî bêdeng nemîne û alîkariya gelê me bike. Ewî gotibû ku 'ezê alîkariya
gel bikim', fermo soza dayî bila pêk bîne. Gelê me û em li benda
alîkariya wî ne."
ANF