Kurdên rojavayê Kurdistanê di bin şert
û mercên giran de dijîn û ji hemû aliyan ve rastî planên qirêj û
ambargoyên dijwar tên. Divê riyek ji bo alîkariyê vebe ew jî tenê sînorê
başûrê Kurdistanê ye
Moskovayê xwedî li daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Karê Derve Mikaîl Bugdanov
derneket û îdia kir ku helwesta wê bo Sûriyeyê de nehatiye guhertin.
Bugdanof gotibû ku hikûmeta Esed lewaz bûye û dibe ku muxalefeta çekdar
bi ser bikeve, Amerîkayê jî di cih de ev daxuyanî erênî nirxandibû û
gotibû ku Rûsyayê ‘ji xewa xwe şiyar bûye û rastiya rewşa Sûriyeyê
dîtiye.’ Lê rayedarên hikûmeta Rûsyayê xwedî li wê daxuyaniyê derneketin
û gotin ku helwesta wan nehatiye guhertin û ew hê jî dixwazin aloziya
Sûriyeyê li gorî lihevkirin û plana Cenevreyê bê çareserkirin.
Rûsyayê ji pêşî de ne bi çareserkirina bi riya tundî û çekdarî ye û
gelek caran ev daxuyaniya dubare kiriye lê piştî ewqas şer û pevçûnên ku
li vî welatî rû dan êdî di çavê muxalefeta Sûriyeyê de Moskova wekî
welatê alîgirê rejîmê hat binavkirin û piştî Esed êdî parstina
berjewendiyên Moskova ên li vî welatî gelekî zehmet û ne pêkan dibe.
Ne tenê Moskova helwesta muxalefeta hundirîn a Sûriyeyê jî ji ber ku li
dijî şer û pevçûnan bû ew haerdem hate piştguhkirin û alîgirên şer û
pevçûnan û welatên piştgirên wan çareseriya bi şer derxistin pêş û wekî
din hemû hewldanên hatin kirin beravêtî kirin. Ji hewldana Moskova û
muxalefeta çekdar heta bi heweldana nûnerê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan û
piştî wî El Exder El Ibrahîmî.
AMBARGOYA DIJWAR
Ji bilî ambargoyên navneteweyî ên li ser Sûriyeyê û ji bilî rewşa şer û
pevçûnan a zêdeyî 20 mehan û wêraniya bi xwe re anî li dijî kurdan
ambargoyeke din jî tê bikaranîn.
Muxalefeta çekdar a ku bi her awayî ceriband van şer û pevçûnên xwe
derbasî bajarên kurdan bike , dema ku rastî berxwedaneke mezin hat êdî
serî li rêbazên cuda û planên qirêj dide da ku rojavayê Kurdistanê vala
bike û kurdan koçber bike.
Ev plana qirêj ji alî gelek komên çekdar ve tê meşandin û bi taybetî ji
alî Tirkiyeyê ve tê birêvebirin. Tirkiyeya ku bûye lûsê çeteyên bi
pereyan û komên çekdar wan perwerde dike bi çek dike û dişîne bajarên
kurdan da ku hêza kurdan têk bibe û kurd li Rojava nebin xwedî
statuyekê.
Çeteyên hikûmeta AKP ne tenê êrîşên çekdarî dikin lê ew rê li ber
şandina madeyên sereke jî digirin û dixwazin ambargoyekê li dijî bajarên
kurdan bimeşînin da ku kurdan birçî bihêlin û neçar bibin ku bajarên
xwe terk bikin.
BERPIRSIYARIYA BAŞÛR
Ji bo têkbirina vê plana qirêj rola herî sereke û girîng dikeve ser
milê hikûmeta başûrê Kurdistanê. Sînorên Tirkiyeyê yên aliyê Rojava
girtîne, ên Iraqê girtî ne, çete nahêlin ji Heleb û Humusê sotemenî bê
bajarên kurdan.
Lewra jî ji bo têkbirina vê ambargoyê tenê riyek heye ew jî sînorê başûrê Kurdistanê ye.
Di riya sînorê Başûr re kurdên Bakur û Başûr û heta kurdên li her
deverê cîhanê dikarin alîkariyê bi birayên xwe yên Rojava re bikin. Kurd
ji her aliyên cîhanê dikarin alîkariyan kom bikin û ji başûrê
Kurdistanê madeyên sereke û xurekan bighînin rojavayê Kurdistanê.
16.12.2012
Azadiya Welat