Karîkatorîst Îbrahim Ozdabak, karîkatoreke gellekî watedar xêz kiriye.
Li hember meclîsa Tirkiyê, peykerê Roboskiyê. Tê zanîn, 28ê Berfanbara
2011 an de, gundiyên Roboskiyê yên ku çûbûn qaçaxiyê, ji aliyê balafirên
şer yên dewleta Tirkiyê ve hatibûn bombebarandin. 34 gundî, jê 19 zarok
hatibûn qetilkirin. Hîn ti kesî îfade dîsa nedaye... Roboskî edaletê
digere, dixwaze.