19.12.2012
Du berhemên nû yên hostayê mezin ê muzîka kurdî Şivan Perwer ku ji
demeke dirêj ve bi meraq li bendê dihat sekinandin ji alîyê Pel Recordsê
wekî cotealbum tên çapkirin.Ji van albumên ku bi rêzenavên Şivannameyê tên
çapkirin ya yekem Gazind e. Şivan Perwer, bi vê albuma ku ji 10 stranan
pêk tê, xem û xeyalên xwe û hasten xwe yên ji dil û can biguhdarvanên
xwe re parve dike. Şivan Perwer, stranên ku bi şêweyên klasîkên mûzîka
kurdî nivîsandiye ligel orkestraya sazên bikevan stranan dibêje û bi
dengê xwe yê bihêz û bi şîroveyên xwe, şêwaz û hilmek nû tevlî muzîka
kurdî dike. Gotin û awazên hemû stranên albumê yên Şivan Perwer in. Tenê
strana ‘Yêmo’ ji alîyê Şivan Perwer û Mahmûd Baksî ve bi hev re hatiye
nivîsîn.
Di albuma Destana Rojava de, ku ji rêze albumên
Şivannameyê ya duyem e, Şivan Perwer, tarîxa nêzîk a kurdên Sûrîyê ku ji
bo azadîya xwe li berxwe didin, êşên wan, nirxên wan ên welatparêziyê,
hêvîyên wan û têkoşîna wan bi şîrovekirineka destanî digihîne
guhdarvanan. Şivan Perwer, di vê berhema ku bi şêwazeka senfonîk hatiye
amadekirin de rêzdarî, heyranî û minetdarîya xwe ya ji bo kurdên Sûriyê
ku heta niha bi fedakarî alîkariya kurdên parçêyên din kirine û ji wan
re bûne stargeh, îfade dike. Di albumê de ji xeynî stranên gelêrî, hemû
gotin û awazên berheman ên Şivan Perwer in.
Hilberînerî, aranjorî
û hemû qeydên studyoyê yên albumên Gazind û Destana Rojava ji aliyê
Hakan Akay ve hatine çêkirin. Di albuma Gazind de, bireveberiya Dietmar
Mensinger Orkestraya Şivan Perwer a Sazên Bikevan ligel berheman lêdixe.
Di her du albuman de jî ligel Şivan Perwer û Hakan Akay gelek
muzîkjenên binavûdeng bi amûrên xwe hevkarî û piştgirî kirine.
Hilberîneriya
yekem cotealbumên ku li dû albuma Sebra Mala ya di 2003-ê de li Swedê
çap bûbû derdikeve pêşberî hezkiriyên Şivan Perwer, ji alîyê PelRecordsê
ve tê kirin. Li Tirkiyê belevkirina albumê dê ji aliyê Sony Music, li
Başûrê Kurdistanê û li Irakê jî dê ji aliyê Vîn Production ve bê
çêkirin. Album, dê di 18-ê kanûna pêşîn a 2012 an de li Tirkiyê û li
Başûrê Kurdistana Başûr di heman demê de derkeve bazarê. Ji hêla din ve
dê çapkirina hemû katalogên Şivan Perwer ku heta niha şeş album ji wan
çap bûne, di hefteyên pêşîya me de berdewam bike.
hawar