Her sal li cîhana otomobîlan de pêşangehên muteber li ciyên cuda li
seranser cîhanê tê vekirin. Lê yek ji pêşangehên herî muteber û navdar
di cîhanê de, pêşangeha Los Angelesê ye. pêşangeha Los Angeles Auto Show
ev sale jî wek her sal otomobîlên nû ku ji aliyê şirketên binavûdeng
hatiye çêkirin pêşkêş dike.
Li pêşangeha Los Angeles Auto Show 2012´ê de gelek otomobîl hatîne
pêşkêş kirin lê MAZDA6 DIESEL, SUBARU FORESTER, JAGUAR XFR-S, PORSCHE
CAYMAN, TOYOTA RAV4, HONDA CIVIC, FIAT 500e, BMW i3, ACURA RLX,
CHEVROLET SPARK EV, FORD TRANSIT CONNECT WAGON otomobilên herî balkêş a
vê pêşangehê bûn.