NY:Pêdîviya 5 milyon kesên Sûrî dê bi alîkariyê çêbibe
19.12.2012
Cenevre - Saziyên alîkariyê yên
girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) aşkere kirin ku di sala 2013`an
pêdîviya 5 milyon welatiyên Sûriyê bi alîkariyê dê çêbibe û hejmara
penabaran jî dê bibe du qatê dema niha.
Saziyên NY’ê li Cenevreyê ragihandin ku ji bo "krîza mirovî ya mezin” a
li Sûriyê bibin bersiv pêwîstî bi 1,5 milyar dolarî alîkarî heye û ji bo
vî pereyî bang kir.
Kordînatora herêmî ya NY’yê Radhouane Nouicer got: "Rewşa li herêmê bi
lez û bez xirab dibe, û di daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku sala
2013`an pêwîstiya 5 milyon welatiyên Sûriyê dê bi alîkariyê çêbibe.