22.12.2012
Heleb -
Kedkara ciwan a çapemeniyê Rêvan Rêvan Îsmaîl Cîro, ku weke "Behar”
dihate naskirin ji ber nexweşiya penceşêrê li Helebê jiyana xwe ji dest
da. Rêvan di heman demê de nûçegihaniya ANF’ê jî dikir.
Kedkara
çapemeniyê Rêvan Îsmaîl Cîro sala 1991 li Efrînê ji dayi bûye. Rêvan
Îsmaîl di pêvajoya şoreşa azadiyê de, ji bo daxwazên gelê Kurd bi raya
giştî re parve bike, xwe Nûcegîhana Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) beşa
Erebî, cihê xwe di nava xebatên ragihandinê de digirt.
Li kêleka
xwendina xwe ya zanîngehê û tevî nexweşiya xwe ya giran jî, Behar
xebatên xwe yên ragihgandinê bê navber dewam dikir. Ew bi vê helwesta
xwe, Rêvan Îsmaîl di nava gelê Kurd de weke jina çalak dihat naskirin.
Kedkara
çapemeniyê doh li bajarê Helebê ji ber nexweşiya xwe ya giran jiyana
xwe ji dest da. Cenazeyê jina Kurd li navçeya Efrînê Mabatayê bi
merasîmekê spartin axê.
Yekîtiya Regihandina Azad li Rojavayê Kurdistanê bi peyamekê ji ji malbata Rêvan Îsmaîl re sersaxî xwest.
ANF