24.12.2012
Hewlêr – Aktirîsa navdar a Îtalî Monica Bellucci dê di hundirê du mehan de serdana Herêma Kurdistanê bike.
Derhêner
û fîlmsazê navdar ê Kurd Behmen Qubadî di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdaw re
qala rolgirtina aktirîsa navdar Monicca Belluci ya di fîlma xwe ya dawî
de kir. Qubadî da zanîn ku li ser senaryoya fîlmê yekser razî bû û wiha
pê de çû: "Di nava 5 deqeyan de razî bû.”
Qubadî,
diyar kir ku aktirîsa navdar jêre gotiye her roj di hewldana fêrbûna
peyvên Kurdî de ye. Divî warî de Qubadî wiha axivî: "Moniccayê ji min re
got ku ‘Behmen, ez rojane hewl didim çend peyvên Kurdî hîn bibim.”
Derhênerê
navdarê Kurd ku temaşevan wî bi ‘Dema Hespên Serxweş’ nas kir û bi
‘Kusî jî Dikarin Bifirin’, ‘Nîvçe Heyv’, ‘Haya Kesî ji Pişîkên Êranê Nîn
e’ û bi çendîn karên din di bîr û dilê bînerên Kurd û cihanî de cihê
xwe girt.
Derhêner Behmen Qubadî anî ziman ku di hundirê du mehan de fîlma ‘Demsala Gergedanê’ li Herêma Kurdistanê dê bi beşdariya Monicca Belluci bê pêşkêşkirin.
Rûdaw