Tirbesipiyê -
Meclîsa Gel a Tirbesipiyê û meclisên gundên derdorê, bi mebesta
nirxandina xebatên salekê û danîna pirojeyên sala nû civîna xwe ya asayî
li dar xistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre
Endma Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Dmuqratîk (TEV-DEM ) Henîfa Hisên
axivî. Hisên di axavtina xwede bal kişand ser berxwedana gelê
Serêkaniyê, hemû kesên ku jiyana xwe li wir ji dest dane bi bîr anîn.
Her
weha Hisên berxwedana Yekîneyên Parastina Gel( YPG) silav kir. Hisên di
dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku berxwdana herî mezin ku
hiştiye gelê Kurd bighêje asta ku îro dijî, berxwedana Tevgera Azadiya
Gelê Kuardistanê ya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan ji xwere
esas girtiye.
Hisên her wiha di axaftına xwe de rewşa siyasî ku
neha Rojavayê Kurdistanê dijî nirxand û got: ''Em li îtîlafa Sûriyeyê
dinêrin. Tu peyman bi kurdan re derveyî Desteya Bilind a Kurdre nayê
qebûlkirin, ji ber destey Bilind a Kurd nûnerê fermî yê Gelê Kurd e.''
Di
dawiya axaftina xwe de Hisên diyar kir ku wan gelek alîkariyên ku
karibin pirsgirêka Gelê Rojavayê Kurdistanê çareser bikin peyda kirine,
lê ji ber ku Hukmeta Başûrê Kurdistanê derî di navbera Başûr û Rojavayê
Kurdistanê de venakin ew nikarin wan alîkariyan bighûnin gelê Rojava,
tevî ku wan pir hewl dan ku ev derî vebe.
Piştre meclis hatin
hilbijartin, serok û du cîgirên wî jî hatin hilbijartin. Endama Yekıtıya
Star Mekreme Yûsif jî axivû û civîn li hemû Endamên meclisê pîroz kir û
ji wan daxwazkir ku karibin li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin.
Endamê
Tevgera Ciwanên Şoreşger Alan Mihemed jî civîn li hemû gelên
Tirbesipiyê pîroz kir û soz da ku ew ji neha û pêve wê cihê xwe yê rewa
di nav civînê de bigrin. Peyama pîrozbahiya civînê ji alî Prtiya
Yekîtiya Demokratîk(PYD) ji aliyê Mamoste Silmêman ve hate xwendin.
Piştî
axaftinan gotûbêj li ser pêşnûmeya biryarên ku hatin standin hate
kirin. Komîteyek çavdêriya karê meclisan hate damezirandin. Karê wê
komîteyê dê çavdêriya li hemû kar û xebatên ku wê meclis bikin.
ANF