22.12.2012
Qamişlo -
Ligel hemû hewldanên Rojavayê Kurdistanê lê heta niha Hukûmeta Herêma
Kurdistanê deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de
venekiriye. Rojavayê Kurdistanê di asta Desteya Bilind a Kurd de bi
hukûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo vekirina derî gelek caran hevdîtin
pêk anî, her çendî gelek caran soz hate dayin jî, lê dîsa derî nehate
vekirin. Endamê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman ragihand ku heta
niha rêveberiya Hewlêrê tu bersivek nedaye daxwazên wan û careke din ji
bo vekirina deriyê sînor bang kir. Li aliyeke din ji bo çareseriya van
pirsgirêkan Desteya Alîkariya Mirovî û Heyva Sor a Kurd li Rojava hatin
damezrandin.
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber polîtîkayên rejîma
Baasê ya Sûriyeyê gelê Kurd bi salan mexdûrê hejarî, xizanî û koçberiyê
ma. Her çendî axa Rojavayê Kurdistanê di warê çandî û petrolê de deverên
herî dewlemend ên Sûriyeyê ne, lê di dema rejîmê de ev berhemên li
herêmên Kurdan dibirin bajarên mezin ên Sûriyeyê û li wir bi kar dianîn.
Ev yek jî li Rojavayê Kurdistanê rê li ber bêkariyê vedikir û bi vî
awayî gelê Kurd neçar dima ku koçer bibe.
Li gel destpêkirina
bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pirsgirêkên jiyanî yên mirovan
zêde bûn. Her çendî Rojavayê Kurdistanê weke cihê herî aram ê Sûriyeyê
tê zanîn, lê li gel destpêkirina bûyeran Tirkiye û Başûrê Kurdistanê
deriyê sînor girtin û vê yekê rê li ber zêdebûna pirsgirêkên jiyanî yên
weke kêmbûna xwarin, amûrên tenduristiyê, pêwîstiyên zarakon û weke din
vekir.
DBK: BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BERSIVÊ NADE BANGA ME
Endamê
Desteya Bilind a Kurd (DBK) Ehmed Silêman, derbarê mijarê de ji ANF’ê
re axivî û diyar kir ku wana ji Başûrê Kurdistanê xwetiye ku deriyê
sînor vebikin, lê heta niha tu bersivek nedane vê banga wan. Silêman
bal kişand ser pirsgirêkên jiyanî yên li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan
kir ku rewş pir xirab e. Silêman da zanîn ku amûrên tenduristî û
pêdiviyên din ên jiyanî bi zor û bela têne bidestxistin.
KOMÊN ÇEKDAR WESAYITÊN SOTEMENIYÊ YÊN TÊN ROJAVA DESTESER DIKE
Li
aliyeke din jî wesayitên ku ji bajarên Sûriyeyê sotemenî û pêwîstiyên
din tîne Rojavayê Kurdistanê di rê de li rastî zextên komên çekdar tên.
Herî dawî roja 20’ê berfanbarê, komên çekdar li devera Ênîsa ku dikeve
navbera Reqa û Rojavayê Kurdistanê wesayitên ku hewcedariyan dianî
Roajvayê Kurdistanê desteser kirin. Li gorî agahiyên ajovanek dabûn
ANF’ê li Tilebyedê 10 û li Hemayê 60 wesayitên ku hewcedariyê weke
sotemeniyê ji Rojava re dianîn, hatine desteserkirin û valakirin.
DESTEYEK Û SAZIYA ALÎKARIYÊ HATIN AVAKIRIN
Li
Qamişloyê civîna damezirandina Desteya Alîkariyên Mirovahiyan hate li
darxistin. Civîn bi amedebûna endamên Desteya Bilind a Kurd û endamê
Desteya Alîkariyên Mirovahiyan hate lidarxistin. Di civînê de rewşa
Rojavayê Kurdistamê ku niha di nava embargoyê de dijî hate nîqaşkirin.
Li ser rêbazên çareseriyê nirxandin hatin kirin û di dawiya civînê de
damezrandina Desteya Alîkariyên Mirovahiyê hate ragihandin.
HEYVA SOR A KURD: METIRSIYA NEXWEŞIYÊN CÛDA HEYE
Li
aliyeke din, li hemberî van pirsgirêkên jiyanî, 21-12-2012’ê, li
Rojavayê Kurdistanê ‘Heyva Sor a Kurd’ ku navenda wê li Amûdê ye hate
damezrandin. Heyva Sor a ku bi amadebûna gelek bijîşk û parêzeran hate
avakirin, pirsgirêkên tendurîstî, zad û xûrek, pirsgirêkên jin û zarokan
ên li Rojavayê Kurdistanê nirxand.
Di daxuyaniyê de hate
destnîşankirin ku li ser welat embargoyeke dijwar heye û wiha hat gotin:
"Derman nemane. Bi taybetî dermanên nexweşiyên giratn, hemû
hewcedariyên jiyanî bi biha bûne, gel nikare wana bikire. Kesek nikare
xwarina ku canê mirov dixwaze peyda bike. Metirsî heye ku nexweşiyên
cûda belav bibin û ev yek jî bi taybet bandorê li jiyana zarokan dikin.”
Her
wiha hate destnîşan kir ku "Heyva Sor a Kurd” ku saziyeke sivîl e, bêyî
ku cûdahî têxe navbera tu netewe û baweriyan de dê alîkariyê bigihîne
hemû netewe û kêmaran. Daxuyaniyê armancên Heyva Sor a Kurd wiha hatin
rêzkirin:
-Xizmeta hemû gelên Sûriyeyê, bi taybet gelên li herêmên Kurdan.
-Dixwazin
bibin wek pirek ji bo gihiştina herêmên Kurdan bi herêmên Ereb û hemû
cîhanê re. Bi mebesta peydakirina hemû hewcedariyên gel di rewşên awerte
de.
ANF