Wan/Erzirom -
Li Wanê berfa du rojin dibare bandorê li jiyana rojane dike. Ji ber
barîna berfê li navend û navçeyan riya 368 gunda hate girtin. Li
Erziromê jî riya 23 gundan hate girtin.
Li Wanê du rojin bênavber
berf dibere û jiyanê neyî bandor dike. Ji ber barîna berfê rojekê
navber dan perwerdeyê û seferên balefiran hatin betalkirin.
Ji
ber barina berfê li navenda Wanê 41, navçeya Miksê 34, Elbak 23, Ebex
100, Şax 16, Artemêtan 5, Erdîş 30, Westan 12, Payîzava 46, Bêgirî 41,
Qelgelî 16 û Serayê jî 4 bi giştî riya 368 gunda hate girtin.
Yekîneyên Şaredariya Wanê jî li kolanên herî zêde kar lê tê kirin xwê dike û paqijî da destpêkirin.
Li Erziromê jî ji ber barîna berfê riya 23 gundan hate girtin.
17.12.2012
ANF NEWS AGENCY