20.12.2012
Hewlêr - Hate diyarkirin ku vexwarinên enerjiyê yên bi taybetî ji aliyê ciwanan ve tên vexwarin, rê li ber krîza dil vedikin.
Li
gorî lêkolînên dawî yên kardiyologan, ciwan ji bo enerjiya wan zêde
bibe vexwarinên enerjiyê zêdetir serf dikin. Pispor dibêjin ku ev yek
dibe sedem ciwan bi van
vexwarinan ve bên girêdan û tesbîtek wiha dikin: "Di nav van vexwarinan
de gelek kafeîn heye. Ev jî, dibe sed em ku krîza dil derkeve holê.
Gelek kes hê di temenê
xwe yê ciwan de, ji ber krîza dil jiyana xwe jidest didin. Kafeîn yek
ji dijminên herî mezin ên dil in. Rehên dilê mirov dipirpitînin. Ciwanên
ku dilê wan zêde lêda, tansiyona wan zêde bû an jî nexweşîna koroner arter li wan peyda bûye, divê tu car vexwarinên enerjiyê venexwin."
Rûdaw