20.12.2012
Îro danê sibê 20/12, keçekî temen 17 sal ku xwendekarê pola 9`î
navendiye li taxa Qirge ya bajarê Silêmaniyê xwe xeniqandiye û lêkolîna
polis li ser rûdanê destpê kiriye.
Berdevkê birêveberiya polîsê Silêmaniyê neqîb Serkewt Ehmed ji Xendanê
re ragihand ku: "Îro pêncşeme serê sibê keçekî temen 17 salî ku
xwendekara pola nehî navendiye li taxa Qirge, xwe bi paçekî daliqandiye û
dawî li jiyana xwe aniye."
Ehmed got: "Bi gotina kesûkarên wê keçê, ew keç pester neft vexwariye û
bi nexweşiyekî derûnî ketiye, jib o wê vê sibê dema ku dayîka wê mijûlî
amadekirina nan çêkirinê bûye, keçikê bi paçekî xwe daliqandiye û xwe
xeniqandiye, lêkolîna polis jî destpê kiriye."
Xendan