Serêkaniyê -
Li Serêkaniyê piştî şerê di navbera komên çete û hêzên YPG’ê de, bi
înîsiyatîfa rihsipyên herêmê û TEV-DEM’ê, di navbera herdu aliyan de
hevdîtinan destpê kir. Di encama hevdîtinan de biryar hat girtin ku, li
hemû komên çekdar ji bajêr derkevin û meclîsek sivîl bê avakirin.
Kontrola deriyê sînor jî dê di destê meclîsê de be.
Li
Serêkaniyê piştî ku komên çete di 11’ê Kanûnê de êrîşî firina nan kirin û
li ser mudaxeleya YPG’ê pevçûnan destpê kir, hinek şêx û rihspiyên kurd
û ereb, her wiha TEV-DEM ketin navberê. Li ser vê yekê pevçûn hatin
rawestandin û YPG’ê jî şertên xwe yên beriya niha diyar kiribûn ên wekî,
"avakirina meclîsek ji hemû netewên li bajêr” û "rakirina hemû noqteyên
leşkerî yên di nava bajêr de” dubarekirin. Di encama hewldanan de duh
di navbera heyetên hatine avakirin de hevdîtinan destpê kir.
Li
gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatine girtin, di encama hevdîtinan
de, li ser mijara ku herêm radestî rêveberiyek sivîl bê kirin, li
hevhatin çêbû. Li gorî vê yekê heta meclîsek tê avakirin dê komîteyek
demborî bê avakirin.
Hate hînbûn di hevdîtinê de li ser van xalan lihevhatin çêbûye:
1- Hemû komên çekdarî dê ji nava bajêr rabin û bajêr radestî meclîsek sivîl bikin.
2-
Heta ku meclîs bê avakirin dê komîteyek demborî bê avakirin. Erka vê
komîteyê heta avakirina meclîsê birêvebirina kar û barên herêmê ye. Her
wiha dê pirsgirêka deriyê sînor, xizmetî û hemû tiştên di vê hevpeymanê
de hatine nîqaşkirin bişopîne.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan
pêbawer hatine girtin, kontrola deriyê sînor jî dê di destê meclîsa
sivîl de û peywîrdarên sînor dê ji aliyê meclîsê ve bêne diyarkirin.
Piştî
şerê ku di 19’ê mijdarê de destpê kiribû û heta 24’ê mijdarê dom
kiribû, li ser daxwaza komên çete hevdîtinan destpêkiribû. Dema hevdîtin
dom dikirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji rihspiyên herêmê, kurd,
ereb û hinek derdorên din heyetek hatibû avakirin, her wiha ji hêzên
muxalefeta herêmê yên girêdayî Artêşa Azad jî heyetek hatibû avakirin û
plana hevdîtinan dihat kirin. Lê ji ber ku komên çete di 11’ê Kanûnê de
dîsa êrîş kirin û pevçûnan ji nû ve destpê kir, ev hevdîtin pêk
nehatibûn.
16.12.2012
ANF NEWS AGENCY