Li Serêkaniyê komên çete 3 kes revandin
Serêkaniyê -
Li Serêkaniyê şerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete ku şevê din
piştî derengiya şevê hinekê rawestiya bû, jinûve destpê kir. Li gorî
agahiyên hatine bidestxistin 3 kes ji aliyê komên çete ve hatin revandin
û 3 sivîl ji birîndar bûne.
Bi sedan endamên komên çete yên ku
destekê ji Tirkiyeyê digirin roja 12’ê berfanbarê careke din êrîşê
Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê kirin. Pevçûnên li vir dest pê kirin,
berdewam dikin. Hêzên Parastina Gel (YPG) di pevçûnê de li malên ku
komên çete weke baregeh bi kar tînin de alên Tirkan û alavên din bi dest
xistibûn. Hate diyarkirin ku komên çekdar ên çete derdora 20 koman in û
YPG’ê gelek binkeyên di destê çeteyan de bûn bi dest xistin.
Heta niha YPG’ê derbarê bîlançoya hejmara kuştî û birîndaran de, tu
daxuyanî nedaye. Lê tê diyarkirin ku ji roja çarşemê ve herî kêm 25
endamên komên çete hatine kuştin. Komên çete bi dehan endamên xwe yên
birîndar bûn birin nexweşxaneyên li navçeya Serêkaniyê ya Rihayêk.
5 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN
Li
Serêkaniyê şerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete ku şevê din piştî
derengiya şevê hinekê rawestiya bû, jinûve destpê kir. Ji ber gulebarana
çeteyan 5 sivîl birîndar bûn.
Hate ragihandin ku pevçûn li Taxa
Mehetê û nêzî riya Hesekê dijwar bûye. Li gorî agahiyan, komên çete bi
çekên qernasan nava bajêr gulebaran dikin û ji ber van gulebaranan 5
sivil birîndar bûne.
3 SIVÎL HATIN BINÇAVKIRIN
Li gorî
agahiyên hatine bidestxistin, piştî ku pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û
komên çete de di saetên nîvro de jinûve destpê kir, komên çete li cihên
ku pevçûn lê dom dike, 3 welatiyên bi navê Yusuf Hemo, Hisên Hemo û
Henan Miço revandin.
Navê komên êrîşê Serêkaniyê dikin wiha ne:
Ketiba Enwar El Haq, Lîwa Ehfad El Resul, Konseya Şoreşgerî ya Leşkerî
ya Rakkayê, Ketiba El Faruk, Ketiba Dire El Cezîre, Şêx Îslam El
Tumeyme, Ketibe Elî Bin Ebî Talib, Ketibe El Alahu Ekber, Tabura
Mergada, Ofîsa Ewlekariya Şoreşê li Rakkayê, Graba El Şam, Tabura El
Adiyat, Tabura El Ebrar, Tabura Şedadî, Tabura Ehrar Xwêran, Tugaya Cind
El Heremeyn, Tabura Dir El Şemal, Cindullah, Qehremanên Mendic û
Cerablus, Tabura Ehrar El Tewaif.
anf