19.12.2012 Qamişlo -
Tevî mercên şer astengiyên jiyana rojane jî li Rojavayê Kurdistanê û
bajarên Sûriyeyê ku Kurd lê dijîn xebatên perwerdeya zimanê Kurdî bê
navber berdewam dikin. Li bajarê Minbicê kû Kurd û Ereb bi hevre lê
dijîn perwerda zimanê Kurdî pêş ve diçe û hejmara kesên kû daxwaza
perwerdê dikin her ku diçê bêtir dibe.
Li Rojavayê Kurdistanê û
bajarên Sûriyeyê yên ku Kurd lê dijîn şoreşa pêşxistin û xwedîderketina
li zimanê Kurdî dewam dikin. Li bajarê Minbicê kû Kurd û Ereb bi hevre
lê dijîn perwerda zimanê Kurdî pêşve diçe û hejmara kesên kû daxwaza
perwerdê dikin her ku diçê bêtir dibe.
Ji mamosteyan Meryem
Mûhamed bi bîr xist ku tevî hemû astengiyan jî, mamosteyên Kurd di
mijara pêşxistina zimanê Kurdî de bi roleke mezin radibin. Muhammed
diyar kir ku ji ber zêdebûna hejmara şagirtan, pêwîstiya wan bi
mamosteyên nû yên ziman Kurdî heye..
Maoste Rehşan Muhamed jî got ku heta niha bêtirrî 60 şagirtên Ereb beşdarî perwerdeya zimanê Kurdî bûne
ANF
|
|