24.12.2012
Dêrika Hemko -
Li Rojava xebatên xwesazîkirinê jî berdewam dikin. Li Rojavayê
Kurdistanê di çarçoveya pêngava avakirina rêveberiya xweser de, Tevgera
Civaka Demokratîk xebatên rêxistinkirina civakê didomîne. Li gundê
Keldaniyan Xanîkê yê li Dêrka Hemko gel rêveberiya xwe hilbijart.
Li
gundê Xanîkê yê Kildaniyan ê girêdayî herêma Koçeraya Dêrikê rêveberiya
herêmî hat hilbijartin. Bi vê armancê Tevgera Civaka Demokratîk civînek
li dar xist.
Rêveberê Dêra Keldanî li Dêrikê û gundê Xanîk Baba
Malik Melûs li ser girîngiya avakirina meclîsên gundan û pêkanîna
pêdiviyên jiyanê yên rojanê axivî.
Baba Malik Melûs di axaftina
xwe de bang gelê herêmê kir ku ji bo çarserkirina pirsgirêkên xwe li
meclîsa xwe xwedî derkeve û ji meclîsên gundên derdorê jî xwest ku
alîkariya hev bikin.
ANF