23.12.2012
Qamişlo - Li Qamişloyê pêşbaziya karetayê ya ku ji aliyê Meclîsa Spor û Ciwanan a Qamişloyê bi beşdariya 75 lîstîkvanan pêk hat.
Pêşbazî
li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate lidarxistin. Di pêşbaziya
karetayê de 75 lîstîkvan amade bûn. Di pêşbaziya bi coşeke mezin pêk
hat de kesên ku bi ser ketin ji aliyê komîteya amadekar ve hatin
hilbijartin.
Piştî pêşbaziyê, rêveberên Meclîsa Gel a Qamişloyê û endamên Meclîsa Spor û Ciwanan a Bajêr kesên ku bi ser ketine xelat kirin.
ANF