Qahîre -
Li Misrê Muhafizên Komarê, piştî li Paytext Qahîreyê di navbera
alîgirên serokomar û muxalîfan de duh pevçûn derket, tank anîn derdora
Qesra Serokomar.
Fermandarê Muhafizên Komarê got, leşker ne ji bo
gel bitepisînin ew ji bo alîgirên Serokomar Muhammed Mursî û dijberên
wî ji hev cuda bikin hatin erkdar kirin.
Duh li Qahîrê di navbera
Birayên Misilman yên alîgirên Mursî û muxalifan de pevçûnên dijwar rû
dabûn û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 350 kes jî birîndar
bibûn.
Li gorî şahidên bûyerê, li pêşiya Qesra Serokomar û rêyên diçin Qesrê herî kêm 5 tank û 9 panzerên tejî leşker bicih kirin.
Têkildarî mijarê artêşa Misrê daxuyanî da û aşkera kir ku, wana tank ji bo parastina qesrê bicih kirine.
ANF NEWS AGENCY