Moskowa -
Li paytextê Rûsya Moskowayê civîna gel hate li darxistin. Hemû sazî û
dezgehên Kurdan yên li Moskowayê tevlî civînê bûn. Di civînê de
pêşketinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
Di
civîna li paytextê Rûsya Moskowa û hemû sazî û dezgehên Kurdan tevlîbûyî
de endama Desteya Bilind ya Kurd Sînem Muhamed destnîşan dike ku, li
Sûriyeyê ji destpêka serhildanê heya niha em ne li aliyê Esad ne jî
muxalîfan bûne, me tekoşîna demokrasiyê daye û di aliyê perwerde û
tenduristiyê de pêşketinên mezin çêkirine. Hevserokê PYD’ê Salih Muslum
jî destnîşan kir ku, pêwîste tu xeletî neyên kirin ger xeletî çêbibe dê
encamên wê pir giran bin. Muslim da zanîn ku, li derdora wan dijminên ku
amadene manîpulasyona bikin hene lê belê ew xwediyê wê hêzêne ku wana
ber alî bikin.
Di civînê de destpêkê endama Desteya Bilind ya
Kurd Sînem Muhamed balkişande ser pêşketinên li Sûriyeyê û diyarkir ku,
Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyekî dîrokî de derbaz dibe û wiha got:
"Ji
destpêka serhildana li Sûriyeyê ew ne alîgirên Esad û ne jî yên
muxalifê bûne, wana tekoşîna demokrasiyê dane û di aliyê perwerde û
tenduristiyê de pêşketinên mezin çêkirine. Heya niha me 100 dibistan
vekirine, li herêmên Kurdan li gel gelên Ermenî, Asûrî, Suryanî û Ereban
meclisên biratiyê avakirine, ya herî girtin li Rojavayê Kurdistanê
avakirina yeketiya gelane.”
Sînem Muhamed behsa girîngiya
yeketiya Kurd kir û diyarkir ku, dijberên Kurdan yên hundir û derve
dixwazin yeketiya Kurdan xirab bikin. Sînem destnîşan kir ku, pêwîste
her kurdek û hemwelatiyek vê yekê bibîne û bihêz bike. Herêma Kurdan li
Sûriyeyê pêşeroja demokrasiya Sûriyeyê ye.
Piştî Sînem Muhamed,
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim axivî û behsa girîngiya tekoşîna didin kir.
Muslim aşkera kir ku, pêwîste tu xeletî neyên kirin, ger xeletî çêbibe
dê encamên vê pir giran bin. Muslim da zanîn ku, li derdora wan dijminên
ku her tim ji manîpulasyona amade re hene, lê belê hêza me heye ku em
wana ber alî bikin. Muslim destnîşan kir ku, ji bo berjewendiyên gelê
Kurd ji berjewendiyên siyasî dûr bên girtin û ji bo berjewendiyên hevpar
yên Kurdan pêwîste li gel Kurdên li Sûriyeyê di nava piştevaniyekê de
bin. Muslim da zanîn ku, ji aboriyê, tenduristiyê û gelek aliyan de ew
tengaviyan dikêşin û çavkanî hatin qutkirin. Muslim got, pêwîste ji bo
Rojavayê Kurdistanê kampanyayekî piştgiriya netewî were destpêkirin.
Hevserokê
PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku, li Rojhilata Navîn statûyên bizorê
dihatin ferz kirin êdî tên guhertin û li herêmê netewperestî û
îslamiyet bi awayek siyasî pêş dikeve, her wiha Kurd jî ne neçarin
hilbijartinekî di navbera her duyan de bikin. Muslim anî ziman ku, ev
sedsal dê bibe sedsala Kurdan, pêwîste li dijî metirsiyan em yeketiya
netewî bingeh bigirîn.
Li ser navê saziyên Kurdan Refîq Raşoyan
jî di civîna gel de axivî û got: "Pêwîste hemû hêzên navnetewî yên li
herêmê alîgirên aştî û îstrarê ne, ji ber berjewendiyên siyasî û aborî,
dest ji helwestên piştgirî dayîna polîtîkayên tundî û pirsgirêka Kurd ji
nedîtinê ve hatinê berdan. Em bang dikin ku, di destpêkê de pirsgirêka
Kurdistan û Filistinê pirsgirêkên hemû gelên li herêmê jiyan dikin li
ser bingehê diyalogê bi polîtîkayên demokratîk û aştiyane piştgiriyê
bidin.”
Raşoyan da zanîn ku, "Gelê Kurd li pêkhateya xwe ya
rêxistinê vîna xwe didane holê. Xwesertî û azadî pirgirêkekî zanabûn û
tekoşînê ye. Gelê Kurd êdî zana dibe û tekoşînê dide, serê xwe ji
pêvajoyekî ku wî biperçîne natewîne. Mêtînger êdî tenê li wir bi hêza
zor çekê weke hêzeke dagirker ya biçûk dimînin. Em bang dikin ku, di
serî de Kurdên li Rûsyayê jiyan dikin û hemû saziyên demokratîk li
hemberî vê pirgirêkê hîn bêhtir hîstiyar bin.”
Di dawiya civînê de li ser bingehê kampanya piştgiriya netewî ji bo Rojavayê Kurdistanê komîteyek hate avakirin.
ANF NEWS AGENCY