20.12.2012
Kobanê -
Civîna giştî ya Meclisên Jinan li Kobanê û derdora wê bi mebesta
pêşxistina rola jinan di vê pêvajoyê de li Rojavayê Kurdistanê hate
lidarxistin. Endama Desteya Bilind a Kurd û Konseya Rêveber a Yekitiya
Star Îlham Ehmed axivî û banga xurtkirina têkoşînê li jinan kir.
Civîna
ji alî Meclîsa Yekîtiya Star ve hate orgenîzelirin, bi deqeyeke
rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Konseya Rêvebir a Yekîtiya Star
Îlham Ehmed di civînê de axivî. Ehmed di axaftinên xwe de got: ''Civîna
me ku di demeke ku Rojavayê Kurdistanê di nava rewşeke zor de ye pêk
hat. Ji ber wê divê hemû endamên me rola xwe baş bilîzin, ta ku em
bikarin rola jinan baş nîşan bidin û rêxistina xwe ji hemû kesî re bikin
nimûne.''
Her wiha Ehmed destnişan kir ku jina kurd a ku rola
pêşeng girtiye, û neha jî di avakirina xweseriya demokratîk li Rojavayê
Kurdistanê de baş cihê xwe girtiye. Ehmed ji jinên li Rojavayê
Kurdistanê xwest ku tu carî ji mafên xwe yêb rewa gavan paşde neavêjin.
Ehmed ji hemû jinan xwest ku li himber sîstema koletiyê ku li ser jinan
hatiye ferzkirin baş xwe bi rêxistin bikin.
Di dawiya axaftina
xwe de Ehmed ji Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumena Niştimanî
Kurdî xwest ku baş rola xwe di pêşxistina Desteya Bilin a Kurd
de
bigirin.
ANF