21.12.2012
Kobanê -
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber girtina deriyên sînor pirsgirêka jiyanî
berdewam dikin. Gelê Kurd hewl dide ku bi derfetên xwe pêdiviyên xwe
pêşwazî bike. Li Kobanê 11 aşên ku bi salane kar nedikrin, ji aliyê
Meclisa Gel a Bajarê Kobanê hatin vekirin.
Piştî ku hemû riyên ku
erzaq têre dihatin Rojavayê Kurdistanê ji şerê li Sûryiyeyê hate
girtin, ji ber tunebûna ard, sotemenî û hevîrtirş piraniya nanpêjên nan
hatin girtin.
Li Kobanê jî nanpêjên ku heye nema dikarin
hewcedariyên gel ji nan temîn bike. Ji ber wê Meclisa Bajarê Kobnanê
berê xwe da 11 aşên ku bi salane xebata xwe rawestandine, wan ji nû ve
dan temîrkirin û niha ketine xizmeta gel.
Xwediyê aşê bi navê
Îmad Besrawî diyar kir ku aşê wî nema dixebitî, lê niha li daxwaze
Meclisa Gela Bajarê Kobanê, ji serê sibê heta aşê wî vekiriye, genimê
welatiyan dihêre û dike ard
ANF