20.12.2012
Hesekê - Li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Hesekê endamê ewlekariya leşkerî Ramz Xedûr ji aliyê kesen nenas ve hate kuştin.
Komeke
çekdar îro piştî nîvro gule berdan endamê Ewlekariya Leşkerî Ramiz
Xedûr dan û ew kuştin. Xedûr dema ji mala xwe ya li taxa Eskerî derket û
berê xwe da erebeya xwe ji aliyê komekî çekdar ve rastî gulan hat.
Bajarê
Hesekê ku bi hezaran Kurd lê dijîn, ev demeke bûyerên kuştin, revandina
mirovan û dizî lê zêdebûne. Herwiha li vir gelek caran şer û pevçûn di
navbera komên çekdar û hêzên rêjîmê de derdikevin.
ANF