Hauptseite » Online Spiele » Nûçe

Li Helebê eleqeya ciwanan ji bo YPG’ê

24.12.2012
Heleb - Bi armanca pêşxistin û perwerdekirinê, li bajarê Helebê Yekîneyên Parastina Gel dest bi perwedeyên leşkerî kir. Bi taybet ji ber êrîşên ku di van demên dawiyê de li hemberî taxên Kurdan ên li Helebê pêk hatin, eleqeya ji bo YPG’ê zêdetir bû.

Her çendî li Helebê taxên Kurdan weke taxên herî aram tên zanîn, lê di van du mehên dawiyê de gelek êrîş pêk hatin û zêdetirê 30 Kurd jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî van êrîşan eleqeya gel a ji bo YPG’ê zêde bû. Bi vê armancê roja 23’yê berfanbarê, li Helebê bi sedan ciwanan dest bi perwerdeyê kirin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriye paytext Şam û Helebê Kurdan û gelên din diparêzin. YGP’ê di 19’ê Tîrmehê de ango di dema rizgarkirina bajarê Kobanîyê de bi awayeke fermî avabûna xwe ragihandibû. Her wiha, YPG li hemberî êrîşên rejîma Esad ên li hemberî Kurdan û hemû êrîşên komên çete çalakiyên bersivdanê pêk tîne. Heta niha 8 tûgayên YPG’ê hatine avakirin:

Li herêma Efrînê Tugayên "Şehîd Çekdar" û "Şehîd Nalîn", Li herêma Dêrikê Tugayên "Şehîd Lewend" û "Şehîd Bawer", Li Qamişlo Tugaya "Şehîd Sarya", Li Kobanê Tugaya "Şehîd Sadiq", li Serêkaniyê Tugaya "Şehîd Abid Xelîl"



ANF
Bewertung: 0.0/0
Zähler: 295 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: