22.12.2012
Heleb - Li Helebê ceyran li ser piranî taxên Helebê hatiye birîn, ji ber birîna elitrîkê piranî taxên Heleb bê av mane.
Ji
doh êvarê de piraniya taxên Helebê di tariyê de mane ji ber birîna
ceyranê, pirsgirêka ava vexwarinê jî hene. Ji ber ku dînemoyên ava
vexwarinê têne rawestandin.
Her weha gekek taxên Helebê ji berya
4 rojande bê ceyran û ava vexwarinê ne. Di heman demê de xetên telefona
malan jî îro hate birîn.
ANF