Heleb - Li bajarê Helebê di encama teqîna wesayiteke bombe lê barkirî de bi dehan kes hatin kuştin.
Li
gundê Ezîziyê yê ku dikeve aliyê başûr ê destpêka Helebê, di encama
teqîna wesayiteke bombe lê barkirî de, ji 30 kesî zêdetir hatin kuştin,
bı dehan birîndar jî hene, rewşa hinekan ji wan dijwar e.
Her
weha çavkaniyên taybet li Helebê, ji ANF'ê ragihand ku artêşa Sûryeyê li
Helebê hêzên xwe yên leşkerî, bi mebesta parastina navendên xwe zêde
dike.
Ji duh serê sibê de li derdora Helebê şerên dijwar di navbera hêzên rijîma sûryê û çekdarên Artêşa Azad de rû da.
Her
wiha şer li herêma xaçerêka Ellêremûn û derdora avahiya îstxbarata
ezmanî ya Sûriyeyê pir dijwar bû. Di encama şer de gelek kuştî û
birîndar jî herdû aliyan hene. Di heman demê de balafirên rêjîma
Sûriyeyê deverêm Heyan û Hirêtan bombebaran kir.